Hevserokê TEV-DEM'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a çend roj berê nirxand û got, divê Tirkiye destpêkeke nû deyne pêşiya xwe. Hiso got, "Mifteya destpêka nû jî bi Rêber Apo re ye."

Hevserokê Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) Xerîb Hiso, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a hevdîtina bi parêzeran re vê dawiyê weşand, ji ANF'ê re nirxand. Xerîb Hiso diyar kir, polîtîkaya Tirkiyeyê ya dij bi Kurd xitimiye û got, "Pêwîstiya Tirkiyeyê bi destpêkeke nû heye. Mifteya vê destpêka nû jî bi Rêber Apo re ye."

Hiso da xuyakirin, hevdîtina bi Ocalan re di encama berxwedanê de pêk hatiye û anî ziman, Ocalan baş bi Rojhilata Navîn zane, lewma peyama wî ji bo wan gelekî bi wate ye. Xerîb Hiso got, "Rêber Apo demeke dirêj li vê cografyayê ma û ji aliyê siyasî, civakî û têkiliyan ve vê cografyayê ji nêz ve nas dike. Rêber Apo hem baş bi vê cografyayê zane hem jî xwedî bandoreke mezin e li ser cografyayê. Ji ber ku Rêber Apo dema li vir bû û piştî wê jî timî ji bo aştiyê xebitî."

'GAVÊN ME BI WÎ RENGÎ NE'

Xerîb Hiso bal kişand ser peyama Ocalan a ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku gotibû, "Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin." Hiso destnîşan kir ku ew jî di vê çarçoveyê de gavan diavêjin.

'BANGEKE GELEKÎ GIRÎNG E'

Xerîb Hiso got, "Banga ku Rêber Apo ji bo Tirkiyeyê, Bakurê Kurdistanê, Sûriye û Rojava kiriye bangeke gelekî bi bandor e. Gavên ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tên avêtin, di vê çarçoveyê de tên avêtin. Dema ku mirov di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de mijarê binirxînin, hingî çareserî bi diyalog, danûstandin û hevdîtinan dibe. Ji bo Sûriyeyê rêya derketina ji krîzê bi vî rengî ye. Divê peyama Rêber Apo rast bê fêhmkirin. Bi navê TEV-DEM'ê em vê peyamê gelekî girîng dibînin."

'DIVÊ TIRKIYE BALA XWE BIDE SER NEWROZA 2013'AN'

Ji bo gotina 'Divê hesasiyetên Tirkiyeyê werin dîtin' a peyama Ocalan, Xerîb Hiso got, "Me ti carî gef li kesî nexwariye. Em tenê mafên xwe diparêzin. Rêber Apo dibêje, di mijara hesasiyetên Tirkiyeyê de divê mirov baldar bin. Rast e. Em hesasiyetên cîranên xwe hemûyan dibînin û Tirkiye jî di nava wan de heye. Rêber Apo di peyama xwe de balê dikişîne ser peyama Newroza 2013'an. Ya ku Tirkiye divê li ser bisekine ew e."

TIFAQA AKP-MHP'Ê TIRKIYE PARÇE KIR

Hevserokê TEV-DEM'ê destnîşan kir, AKP-MHP'ê li ser dijminatiya li Kurdan û tasfiyekirina destketiyên Kurdan tifaq kirine û vê tifaqê Tirkiye ji aliyê civakî, aborî, siyasî û fikrî ve parçe kiriye. Xerîb Hiso got, "Bi vî rengî bidome dibe ku 'bihara gelan' li Tirkiyeyê jî rû bide."

'MIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso got, "Divê Tirkiye vê siyaseta xwe biguherîne û destpêkeke nû bide ber xwe." Hiso diyar kir, hem ji bo Bakurê Kurdistanê, hem ji bo Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û got, "Mifteya vê destpêka nû li Bakurê Kurdistanê ye, bi Rêber Apo re ye. Eger Tirkiye dixwaze dest bi destpêkeke nû bike beriya her tiştî divê bersivê bide daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê û dawî li tecrîdê bîne. Bidawîbûna tecrîdê û afirandina şert û mercên azad ên kar ji bo Rêber Apo wê pêşî li krîzan hemûyan bigire û bibe destpêka çareseriyê. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."