Li Herêma Cizîrê çandinî

Herêma Cizîrê ji bo rakirina beran a li ser zeviyan xwe kar û bar kiriye.

Şêniyên herêma Cizîrê debara xwe bi giştî bi çandinyê dikin, dema ku demsala çandinyê tê piraniya şêniyê herêmê kar û barê çandiniyê dikin. Par ji ber ku baran kêm bû zêde ber nehatin rakirin lê îsal ji ber ku baran xweş bû li gorî par berên ku ji zeviyan hatin rakirin baştir e.

Berdevkê Desteya Aborî û Çandiniyê yê Kantona Cizîrê Ciwan Şikrî got hin nexweşî hene ku ziyanê didin çandiniyê û diyar kir Komîteya Parastina Çandî lêkolîn li ser van nexweşiyan hatine kirin û cotkar ji vî alî ve hatine hişyarkirin.

Şikrî her wiha got wan haziriyên xwe ji bo rakirina berhemên îsal kirine û tenê maye ku ew dest bi pratîkê bikin.

Rêveberê Kampanya Geşkirina Çandî Mistefa Kobanê jî got, ''Me xwe hazir kiriye ku heta milyonek ton ber bistînin. Me navendên xwe li hemû bajaran hazir kirine. Lê Dêrikê 4 navendên me hene. Li wê derrê em dikarin 150 hezar ton bigirn û her wiha li Tirbêspiyê jî em dikarin 10 hezar ton bigirin.'' Kobanê her wiha got li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê jî wan depo danîne.

Kobanê diyar kir, plansaziya ku wan kirine li gorî pîvanên navnetewî ne, komîteya ku wê ji zeviyan beran rake bi rengekî profesyonel hatine perwerdekirin. Kobanê herî dawî got ew ê birayara bihayê beran ji gel re ragihînin û ev biryar wê bi berjewendiya gel be.