Cenazeyê şervanê QSD’ê El-Mehmûd spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD`ê Salih Hamid El-Mehmûd ê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a gundê El-Hikumiye yê Reqayê spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Reqa û gundewarê wê û şervanên QSD‘ê ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şehîd Salih El-Mehmûd li gundê El-Hikumiye kom bûn, piştî wergirtina cenaze bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li gund ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên QSD`ê ve destpê kir. Bi navê QSD`ê fermendar Dilşêr Keramê, Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê meclîsê Îbrahîm El-Ecil û Meclîsa Sivîl a Reqayê Muhened Kekecî axivîn.

Qisekaran rola şehîdan a rizgarkirina herêmê ji terorê silav kir û soza şopandina rêya azadî û serkeftinê ya şehîdan dan.

Hate gotin ku armanca teror û dewletên hevkar tenê têkbirina ewlehiya Reqayê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê ye.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwend û radestî malbatê kir..

Cenazeyê şehîd bi dirûşman û tilîliyên dayikan li Goristana Şehîdan a Gundê El-Hakimiyeyê spartin axê.