Di êrîşa li Minbicê de kesek şehîd, 10 kes jî birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê ya li ser êrîşa întixarî ya li bajar pêk hat daxuyanî da, ragihand ku di êrîşê de endameke yê Hêzên Ewlehiya Hudirîn şehîd, 10 kes jî birîndar bûn.

Buroya Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Mibicê li ser daxuyaniya întixarî ya li bajar pêk hat, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîş saet 16:05’an bi wesayîtekê li nêzî bakur rojhilatê navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk hatiye. Di êrîşê de endameke hêzên ewlekariyê şehîd bûye, 3 jê zarok 10 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser rewşeke gumanbar divê welatî Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar bikin.