MLKP Rojava Konferansa xwe ya 1’ê pêk anî

Partiya Marksîst, Lenînîst û Komunîst (MLKP) Rojava di Konferansa xwe ya 1’ê de got: “Em ê şoreşê belavî hemû Sûriye û Rojhilata Navîn bikin. Em ê bi şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê re bikin yek.”

Di daxuyaniya têkildarî konfernsê hate dayîn ev hate gotin: “Şoreşa Rojava ya ku bi hezaran şervanên jin û mêr bûne nemir, bi deh hezaran birîndar bûne, bi têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê ya hevkarê wê dewleta Tirk a faşîst, gihişte qonaxeke nû.”

Partiya Marksîst, Lenînîst û Komunîst Rojava (MLKP) Bi domdarî ev hate gotin: “Bêwatekirina û valakirina naveroka şoreşa demokratîk a Şoreşa Rojava hedefa hevpar dewletên herêmî yên mêtinger û emperyalîstan e.Şoreşa me ya bi şerê gel ê şoreşgerî re parastin û rizgarkirina xaka xwe ya di bin dagirkeriyê de yek ji erkên me yên di rêza yekem de ye.”

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Pêşxistina desthilatiya gel a demokratîk û pêşvebirina rêya sosyalîzmê erka me ya duyemîn e. Li ser vî bingehî pêşxistina sîstema meclîsên gel û komûnan, li qadên çandinî, bazirganî û pîşesaziyê de li dijî têkiliyên milkiyeta kapitalîst, milkyeta gel a kolektîf pêşxistin, şoreşa jinê xistina nava malan, pêşxistina jiyana çandî, enerjiya hilweşîner a ciwanan vegerandina enerjiya şoreşê ya avaker erkên sereke yên komunîstiyê ne.

Em ê bi teqez Efrînê azad bikin. Çi dibe bila bibe em ê şoreşa Rojava biparêzin, em ê şoreşê belavî hemû Sûriye û Rojhilata Navîn bikin. Em ê bi şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê re bikin yek.”