Malbatên şehîdan bi berxwedêran re ne

Malbatên şehîdan ên li Qamişloyê bal kişandin ser girîngiya çalakiya grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û diyar kirin, ew piştgiriyê didin berxwedêran.

Malbatên şehîdan ên Qamişloyê ragihandin, ew bi çalakgeran re ne ku li dijî tecrîdê li ber xwe didin.

Ji endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Rojava ya Qamişloyê Fehîme Xelîl, dayika şehîdekî ye. Xelîl diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî neheq û li derveyî qanûnan tê tecrîdkirin û got, "Bi navê malbatên şehîdan em bi berxwedêran re ne. Bi taybetî êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li dijî dayikan şermezar dikin. Ev rewş nabe ku bi vî rengî bidome."

Abdulezîz Abdurrahman ê PYD'î jî diyar kir, grevên birçîbûnê çekeke bi bandor e li dijî zalimtiya dijmin û bi bîr xist, ev rastî di dîroka Kurdan de hatiye dîtin. Abdurrahman bi bîr xist, di dema Eyyûbiyan de Mihyeddîn El Arabî ji ber ku li dijî sîstemê derket hate girtin û li zindanê kete greva birçîbûnê. Bi domdarî got, "Bi hezaran Kurd niha li derve û girtîgehan li dijî zilmê li ber xwe didin. Ji her devera dinyayê piştgirî tê dayin. Dostên tevgera me jî çalakiyên xwedîderketinê pêk tînin. Greva birçîbûnê çeka li dijî serdestan e. Dijmin bi xwe nizane ku bersiveke çawa bide. Eger mirovek bedena xwe dihelîne, ti hêz nikare li hember bisekine. Hevalên me bi aqlê xwe, bi îradeya xwe li dijî vê zilmê disekinin. Em ê bi ser bikevin û dijmin têk bibin."

'EM Ê BIBIN YEK'

Vehbiye Sofî ku ji malbata wê gelek şehîd û şoreşger hene, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakger silav kir û piştgirî da berxwedanê. Sofî got, "Di her kêliyê de di hişê me de ne û em ê wan ti carî ji bîr nekin." Sofî destnîşan kir ku wê bi hev re di nava yekîtiyê de her çar parçeyan azad bikin.