Berdêla xwe giran e, lê rûmeta xwe mezin e

Yek ji sedan Rojavayiyên kete bin bandora Ocalan, Mihyeddîn Hesan e. Tevî zarok, xwişk, bira, xwarzê, birazê û xalên zarokên xwe tevlî şoreşê bû û hem barê giran ê şoreşê rakir hem jî bi wê rûmetê dijî.

Mihyeddîn Hesan dawiya salên 1980'î Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir û sala 1991'ê firsend dît ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike. Bi keça xwe û xizmên xwe yên şehîd bûne, bi keç û xizmên xwe yên bi rengekî çalak di nava têkoşîne de ne, serbilind e. Hesan li taxa Enteriyê ya Qamişloyê dimîne û dibêje, "Me bi saya Rêber Apo betonê li ser xwe ji holê rakir, kefenê mirinê qetand û em bûn Kurdên serbilind."

Mihyeddîn Hesan sala 1991'ê tevî komekê serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Beşdarî pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê bû. Axaftina Ocalan a dema pîrozbahiyê bandor lê kir û hefteyekê li wir ma, tevlî sohbetên Ocalan bû û bi vî rengî xwe perwerde kir.

WE JI BO WELATÊ XWE ÇI KIR?

Hesan anî ziman ku di roja duyemîn de Ocalan ji komekê re axivî ku axa û beg jî tê de bû û got, "Hinek axa û beg jî hebûn. Rêbertî ji wan pirsî ku ji ku hatine, kî ne, çi kirine, dixwazin çi bikin. Rêbertî ji axayekî pirsî; 'heta niha ji bo vê xakê çi kiriye'. Hûn dibêjin ku hûn axa ne, eşîr in. Navê axatiyê nexweş e. Axatiya we ji bo kolekirina gel e, we ji bo vî welatî çi kir? Got ku tiştekî we ji bo mirovahiyê kirine nîne. Bi gotina, 'jin namûsa min e', hûn 40 mêr dikarin ji bo jinekê hev bikujin. Rêbertî xaka di destê xwe de nîşan da û got, baş e ji bo vê xakê we çi kir. Ew jî ne namûs e? Ji bo vê namûsê we çi kir? Serok qala hezkirina welatparêzî û xakê, dijderketina li koledariyê kir. Vê yekê bandoreke mezin li min kir."

Hesan diyar kir, di vê hevdîtinê de gelek tişt ji Ocalan hîn bû û got, "Mutbexeke mezin a akademiyê hebû û li wir min dît ku apekî ji Dêrikê yê extiyar, digirî. Min jê pirsî bê çima digirî. Got, ew bîdonê penêr ê min bû. Wê demê rewşa min nebaş bû ku alîkariyê bikim, min jî ev penêr dabû hevalan. Cîranên min gotibûn, ku kesê min penêr daye wî wê negihîne hevalan. Gotin ku wê bide xizmên xwe. Li ser bîdonê penêrê min navê min nivîsî ye. Piştî 2-3 salan hîn jî li vir e. Ji Dêrikê heta Lubnanê..."

KEÇÊN WÎ TEVLÎ ŞOREŞÊ BÛN

Hesan anî ziman, şoreş hesreta wî bû û li Rojava niha pêk tê û li ser zarok û malbata xwe agahî da:

* Keça min Can Welat sala 2011'an tevlî bû. Ji bo parastina xwişk û birayên xwe yên Êzidî yên li Şengalê, sala 2016'an çû Şengalê û li wir bû yekemîn şehîda jin a ji Rojava.

* Birayê min Ayîd û kurê xwişka min Îdrîs, cejna 2013'an li Til Alo şehîd bûn.

* Mubarek ji bo ala Kurd sala 2012'an di Newrozê de şehîd bû.

* Xalê wan Rûbar ku bandoreke mezin li zarokên min dikir, sala 1995'an li Amedê şehîd bû.

* Pismamê min Goran di Şoreşa Rojava de şehîd bû.

* Keçeke min û bi dehan kesên ji malbata min hîn jî di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de ne.

Hesan anî ziman, berdêl û bar giran jî be, ew serbilind in.