Di teqîna li Minbicê de kesek mir

Di teqîna li Mibicê pêk hat de kesek mir, 6 kes jî birîndar bûn.

Li Çerxerêya Teleya Zîrayê ya dikeve bakurê navenda bajarê Minbicê, saet 1600’an de teqînek pêk ha. Piştî teqînê agir girt cihê bûyerê. Piştî teqînê ambûlans û tîmên vemirandina agir sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Li gorî agahiyên ji nexwexaneya Minbicê hate girtin, di teqînê de kesek mir, 6 kes birîndar bûne. Hate ragihandin yek ji birîndaran zarokê bi navê Macîd El Hisîn ne.

Erkdarên tenduristiyê anî ziman ku rewşa yek ji birîndaran giran e.