Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bi sedan sivîl revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava çend rojên dawî de zêdetirî 300 sivîl ji herêma Efrînê revandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava çend rojên dawî de zêdetirî 300 sivîl ji herêma Efrînê revandin.
Kiryarên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li Efrînê didomin.
Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA'yê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava çend rojên dawî de zêdetirî 300 sivîl bi tewanên derew revandin û li beramberî berdana wan ji malbatên wan pere xwestin.
Çavkaniyekî ji navçeya Şera diyar kir, ku 17'ê Hezîranê çeteyan Idrîs Horo û Elî Horo ji gundê Zeytûnkê revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Her wiha çavkaniyên din ji hundirê Efrînê diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya 2 rojan 10 welatiyên ji navçeya Mabata revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.