HRE: Li Bab û Efrînê 5 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan 3’yê Tîrmehê li gundê Gaxîlbaş a Babê, navçeyên Bilbil û Meydankê ya Efrîn û bajarê Mareyê li dijî çete û artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine.

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên li Bab û Efrînê de bi kêmanî 5 çete û leşkerên Tirk hatine kuştin.

HRE’yê li ser çalakiyan ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya rêzeçalakiyên hêzên me yên li dijî leşker û terorîstên dewleta Tirk a dagirker ku li herêma Efrîn û derdora wê hatiye lidar xistinde;

3’yê Tîrmehê hêzên me çalakiyeke berfireh û bi bandor li dijî çeteyên Firqet El Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Daxilbaş yê girêdayî herêma Babê lidar xistin. Şervanên me bi çekên sivik û navîn şerê rû bi rû li dijî çeteyan kirin. Di encama şer de şervanên me çûn li ser 2 cenazeyên çeteyan, her wiha bi qasî ku hat tekez kirin 2 çete jî bi giranî birîndar bûn. Şervanên me dest danîn li ser du çekên ji cûreya AK-47 û rextekî çeteyan.

3’yê Tîrmehê hêzên me bi çalakiyeke sabotajê wesayîteke leşkerî ku hijmareke ji çeteyên Firqet Sultan Murad têde bûn li ser rêka navçeya Bilbil û Meydankê kirin armanc. Di encamê de 3 çeteyên koma navborî bi giranî birîndar bûn û wesayît derbe xwar.

Hêzên me 3’yê Tîrmehê bi çalakiyekî bi bandor navendekî kombûyîna koma çete ya bi navê Ceyş El Nixbê li derdora bajarê Mareyê kirin armanc. Di encamê de bi qasî ku hate zelalkirin 3 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.”