Fînlandiya wê jin û zarokên DAÎŞ'î jî wernegire

Fînlandiyayê ku meha Adarê ragihand ku wê vegera kesên di nava DAÎŞ'ê de şer kirine qebûl neke, niha jî eşkere kir ku wê hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê yên li kampa El Hol a Sûriyeyê dimîne wernegire.

Rewş û paşeroja kesên çûn Iraqê û Sûriyeyê û tevlî DAÎŞ'ê bûn û ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatin girtin, rojeva sereke ya Fînlandiyayê ye.

Serokwezîrê hikumeta koalîsyonê Anttî Rînne û Wezîra Edaletê Anna-Maja Henrîksson piştî hilbijartinên 14'ê Nîsanê bersiv dan pirsên partiyên mûxalefetê yên der barê mijarê de û diyar kirin ku ji bo anîna hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê ji bo Fînlandiyayê wê nebin alîkar.

Serokê Koma Parlamentê ya Fînên Rasteqîn Vîlle Taîvo kku partiyeke populîst û dijberê biyaniyan e, anî ziman ku hevserên çeteyên DAÎŞ'ê gefek e li dijî ewlekariya Fînlandiyayê.

Serokwezîr Anttî Rînne der barê helwesta hikumetê de got, pirsgirêk gelekî tevlîhev e û ragihand, hikumet hewl dide li gorî nirxên exlaqî û moralê yê gel çareseriyekê peyda bike, lê di heman demê de ji aliyê ewlekariyê ve jî mijarê dinirxîne.

Rînne anî ziman ku konsolos wê alîkariyê nede van kesên li Sûriyeyê û got, "Niyeteke me nîne ku ji bo vegerandina wan ji bo Fînlandiyayê alîkariya konsolosiyê bidin wan."

Wezîra Edaletê Anna-Maja Henrîksson jî got, "Eger ew kes bi derfetên xwe bên vê derê em ê dest bi lêpirsînê bikin, saziyên parastina zarokan jî bêguman wê tedbîran werbigirin."

Daxuyaniyên Serokwezîr û Wezîra Edaletê bûn sedema nerazîbûnan.

Profesora Zanîngeha Åbo Johanna Nîemî li Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî giliyê hikumeta Fînlandiyayê kir.

Nîemî diyar kir tevî zarokan divê jin jî bên Fînlandiyayê, eger jin nexwazin bên hingî divê zarokên wan bên anîn.  Tê gotin ku li Kampa El Holê 11 jin û 33 zarokên Fînlandiyayî hene.