DAÎŞ'î bi alên Nûsra derbasî nava Tirkiyeyê bûn

Di doza DAÎŞ'ê de yek ji kesên ku navê wî herî zêde tê bihîstin Îlyas Aydin e. Diyar kir ku beriya tevlî DAÎŞ'ê bibe hatiye Sûriyeyê, bi berdevkê DAÎŞ'ê re hevdîtin kiriye, piştre vegeriya ye Tirkiyeyê û îstîxbarata Tirk jî ev yek ji nedîtî ve hatiye.

Yek ji DAÎŞ'iyên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye Îlyas Aydin (Ebû Ubeyde Turkî) ye. Wî çeteyî qala cemaetên olî yên li Tirkiyeyê ji bo DAÎŞ'ê çeteyan peyda dike kir û siyasetên dewleta Tirk ên der barê wan cemaetan de vegot. Çeteyê DAÎŞ'ê Îlyas Aydin diyar kir ku havîna sala 2014'an tevlî nava DAÎŞ'ê bûye û meha Kanûnê ya sala 2017'an jî ji ber nakokî û şerê navxweyî ji DAÎŞ'ê reviya ye. Îlyas Aydin di 30-31'ê Kanûnê de dema ku hewl dida ji Sûriyeyê bireve Tirkiyeyê li ser sînorê Serêkaniyê ji aliyê QSD'ê ve hate girtin.

Bi pênaseya DAÎŞ'ê, Îlyas Aydin li wîlayeta Şamê (temamiya Sûriyeyê) emîtiya giştî ya qada îdeolojîk kiriye. Îlyas Aydin diyar kir ku sala 2014'an li Îdlibê ji ber şerê navbera DAÎŞ'ê, Oso, Cephet El Nûsra, Ahrar û Şam hin emîrên DAÎŞ'ê tevî malbatên xwe hatin Tirkiyeyê û got, "Di pêvajoya ku bûyera Sahavatê qewimî de Cephet El Nûsra ji DAÎŞ'ê re digot, 'Çekên xwe radest bikin, em ji malbatên we re rêyeke ewle vekin, hûn jî tevî malbatên xwe biçin Tirkiyeyê'. Lê DAÎŞ'ê şer kir. Di wê demê de malbatên DAÎŞ'î bi alên Cephet El Nûsra derbasî nava Tirkiyeyê hatin kirin."

DEMA KU FIKRÊ CÎHADÎST NAS KIR

Îlyas Aydin ku li Stenbolê ji dayik bû û li wir mezin bû bi eslê xwe ji Îspîr a Erzîromê ye. Aydin diyar kir ku dema nêrîna El Qaîdeyê nas kir, sala 2007'an bi rêya Mûsa Olgaç ê bi navê Ebû Sumeye tê naskirin çû Misrê û got, "Li wê derê li malekê timî dersa olî hebû û me pirtûk dixwend. Tevahiya rojê mamosteyên me li malekê ders didan. Em hînî Quranê dikirin, neh mehan li wê malê mam. Armanc çar sal bû. Dema ku em çûn bêhnvedanê îstîxbarata Misrê avêt ser malê û Mûsa Olgaç birin. Piştî sê meh û nîvan Mûsa Olgaç radestî Tirkiyeyê kirin. Herî dawî min bihîst ku Mûsa Olgaç li Îdlibê ye."

Îlyas Aydin diyar kir ku ew bi navê cemaeta Ebû Ûbeyde tên naskirin, navenda wan li Eyupê ye û anî ziman ku li Şîrînevlerê jî mescîda wan hebû, hin mescîdên din jî vekirin. Li gorî me, meleyên diyanetê hemû kafir bû, lewma em neçûn mizgeftan."

Îlyas Aydin anî ziman ku di wê demê de wan hewl dan cemaetên mezin û biçûk ên nêzî heman îdeolojiyê yên li Stenbolê li hev kom bikin û got, "Piştî ku me dît hin cemaet li gorî îdeolojiya me ne me biryar dan ku tevgerekê ji bo Tirkiyeyê ava bikin. Wê demê me Ebû Hanzala nas dikir. Ebû Zeyt, Ebû Yûsûf ku piştre berpirsyarê kovara Konstantiniye ya DAÎŞ'ê bû û Ebû Îklîme ku nimêja cejnê bi me dida kirin hevalên me bûn. Cemaeta her yekî ji wan hebû ku ew jî meleyê wan bû. Piştre ji bo reklama vê bikin me nimêja cejnê ya komî ku tê zanîn pêk anîn û dîmenên wê parve kir. Mezin an jî biçûk 11 cemaet û kom tevlî wê nimêjê bûn."

Aydin anî ziman, gelek kesên tevlî wê nimêja cejnê bûn beşdarî DAÎŞ'ê bûn û got, "Gelek ji wan li Sûriyeyê di şer de mirin, hinek ji rêxistinê reviyan Tirkiyeyê, hinek ji wan hatin berdan."

ROPORTAJA SÎPARÎŞ A ROJNAMEYA STARÊ YA BI EBÛ HANZALA RE

Îlyas Aydin derbarê Halîs Bayûncûk ê ku di çapemeniya Tirkiyeyê de wekî Ebû Hanzala tê zanîn got ku “Hevalê me ye, di warê îdeolojîk de em yek in. Lê ne endamê El Kaîde yan jî DAÎŞ’î ye. Di demên pêşîn de di nav El Kaîdeyê de bû, piştre veqetiya. Dema li Tirkiyeyê bû, xebatên me yên hevpar hebû.” Aydin qala roportaja bi Halîs Bayûncûk kir a ku di 21’ê Kanûna 2014’an de rojnameya Starê pê re kiribû. Aydin diyar kir ku ev roportaj bi daxwaza AKP’ê hatiye kirin û got “Di dawiya sala 2013 û serê 2014’an bû. Gerînendeyê weşanê yê rojnameya Starê pêşniyazekê li Ebû Hanzala dike.

Ji wî re dibêjin ku cemaata Fethûllah Gulen ji bo xistina hikumetê derbarê Bîlal û Erdogan dosyeya nelirêtiyê amade dike. Dibêje ku ‘Wê vê dosyeyê bi ÎHH’ê re girêbidin, wê ji ser ÎHH’ê jî meseleyê bîne ser we. El Kaîde û hikumet wê bibêjin di vê nelirêtiyê de em bi hev dixebitin. Jê dixwaze ku Ebû Hanzala bibêje wan îftîra li me kirine.

Me meleyên cemaatê kom kiribûn, dema ku me qebûl nekir, ev mesele hate girtin. Lê piştî ku ez hatim nav DAÎŞ’ê min vê roportaja Ebû Hanzala dît. Wekî ku jê hatibû xwestin, Ebû Hanzala cemaata Fethûllah Gulen sûcdar kiribû. Lê wisa xuya ye ku formûleke hevpar dîtine û qebûl nekiriye ku ew El Kaîdeyî ye.”

‘AKP’Ê LI HEMBERÎ CEMAAETA GULEN EM VEXWEND GILÎKIRINA ŞER’

Îlyas Aydin wisa qala bûyereke wê demê dike “Wê demê hemû hevalên me yên ku bi terorê dihatin darizandin, name ji wan re hat. Tiştekî wekî ‘Bêyî zagon li telefonên we hatine guhdarîkirin, heke hûn bixwazin gilî bikin em dixwazin berpirsan bidarizînin.” Dixwestin zilamên cemaata Gulen bidarizînin lê ji ber wê ji me re name şandibûn.

Ew name ji min re jî şandin, ji hezaran kesan re şandin. Serê sala 2014’an bû, di wê demê de dest bi operasyona paqijiyê kiribûn. Wê demê zilamên Fethûllah Gulen, di nav dewlet û îstîxbaratê de bûn. AKP’ê bi nameyên ku dişand, dixwest em derbarê zilamên cemaata Gulen daxwaznameyekê bidin. Lê me tiştekî wisa nekir.”

MALBATÊN DAÎŞ’Ê DERBASÎ TIRKIYEYÊ DIBIN

Îlyas Aydin diyar dike ku malbatên DAÎŞ’ê dikin derbasî Tirkiyeyê bikin û got ku “Şerê li Sûriyeyê dest pê kiribû. Di sala 2014’an de li beşeke Îdlîb û Helebê, rêxistinên wekî Cephet El Nûsra, OSO, Ahrar Şam êrîşên wan hatin destpêkirin. Min kesên ku min û Ebû Yûsûf ji Misirê ew nas dikirin, tevlî DAÎŞ’ê bûbûn. Di wê demê de ew tevî malbatên xwe ji Îdlîbê hatin Stenbolê. Telefonî min û Ebû Yûsûf kirin. 2 otobus zarok û jin hatibûn. Me ew ezimandin.”

Aydin diyar dike ku li Îdlîbê dema ku di navbera DAÎŞ, OSO, Cephet El Nûsra, Ahrar û Şam de şer çêdibe,hin emîrên DAÎŞ’ê tên Tirkiyeyê û got ku “Cephet El Nûsra ji DAÎŞ’ê re digot “Çekên xwe teslîm bikin, em ji malbatên we re rêyekê vekin û biçin Tirkiyeyê” DAÎŞ’ê jî şer kir. Di vê pêvajoyê de hin malbatên DAÎŞ’ê tevî alayên Cephet El Nûsrayê derbasî Tirkiyeyê bûn. Di wê demê de kesên ku me ji Misirê ew nas dikirin jî tevî malbatên xwe hatin Tirkiyeyê. Ebû Hazim Misirî yê ku me ew ji Misirê nas dikir, hate mala me.”

TEVÎ BERDEVKÊ DAÎŞ’Ê JI BO HEVDÎTINÊ ÇÛ BABÊ

Îlyas Aydin diyar dike ku emîrê DAÎŞ’ê yê bi navê Ebû Hazîn wî bi endamekî din ê DAÎŞ’ê yê bi navê Ebû Hakem dide naskirin û bi navbeynkariya Ebû Hakem, ew bi berdevkê DAÎŞ’ê Ebû Mûhammed Adnanî hev dibînin. Aydin diyar dike ku piştî nimêja cejnê ew diçe Babê bi berdevkê DAÎŞ’ê Ebû Mûhammed Adnanî re hevdîtinê dike û got ku “Adnanî bîat ji me xwest. Me got ji bo bîata komî divê em biçin Tirkiyeyê bi hevalên xwe re biaxivin û piştre em vegeriyan Tirkiyeyê.”

Îlyas Aydin diyar dike ku di pêvajoyên berê de 5 caran ew ji dosyeya El Kaîdeyê hatiye girtin û her dem di bin şopandina îstîxbaratê de û û got ku “Ji Stenbolê heta Dîlokê îstîxbaratê em şopand. Li Dîlokê wesayîtên îstîxbaratê em şopand. Em ketin Sûriyeyê, heta ku em derketin jî wesayîtên îstîxbaratê heta navenda Dîlokê em şopandin.”

Piştî ku em hatin Dîlokê em bi balefirê vegeriyan Stenbolê. Heta ku ez vegeriyam Tirkiyeyê, zilamên di nav cemaata min jî nedizanîn ku ez ê bi Adnanî re bicivim. Piştî ku ez vegeriyam, hevdîtina min a bi Adnanî re belav bûbû.”

BIRYARA TEVLÎBÛNA DAÎŞ’Ê

Aydin diyar dike ku piştî ew bi Adnanî re civiyaye, li Stenbolê bi cemaatan re jî hevdîtin kiriye û hinek cemaatan xwestine ji vî veqetin û hinek cemaatan jî biryara bîata ji bo DAÎŞ’ê dane û got ku “Bi giştî ez 6 caran bi Adnanî re civiyam. Min bîat kir û ji ser înternetê gazî Ebû Yûsûf kir. Ew jî tevlê bû. Piştî hevdîtina 2’emîn ez li Sûriyeyê bûm. Wekî koma Ebû Ûbeyde û Ebû Yûsûf em tevlî nav DAÎŞ’ê bûn.”