Rejîma Sûriyeyê ji bo êrîşên Îsraîlê got, 'terorîzma dewletê'

Rêveberiya Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî êrîşên Îsraîlê da, ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji bo êrîşan got 'terorîzma dewletê'.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir, di êrîşa Îsraîlê de ya li derdora Şamê û Hûmsê 15 kes mirine ku sivîl jî di nav de hene.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê Sana, di bomberdûmana Îsraîlê de çar sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Îsraîl bi rengekî fermî der barê bomberdûmanê de ya li Sûriyeyê daxuyaniyê nade.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Rayedarên Îsraîlê hîn bêhtir terorîzma dewletê dikin."

Wezaretê ragihand, "Êrîşa namerdî ya dawî hewldanek Îsraîlê bû ji bo krîza li Sûriyeyê dirêj bike."

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê piştî êrîşê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî gilî kir.