Mexdûrên DAÎŞ’ê: Divê endamên DAÎŞ’ê di dadgehên navneteweyî de werin darizandin

Di forûma li ser DAÎŞ’ê de mexdûrên qetlîamê got ku “Ji bo yên wekî wê dernekevin holê divê endamên DAÎŞ’ê di dadgehên navneteweyî de werin darizandin.”

Navenda Rojava ya Lêkolînên Istratejîk (NRLS) li navçeya Amûdê ya giredayî bajarê Qamişlo li hola Beylesan komxebata navnetewî tekildarî çeteyên DAIŞ’ê li dar xist. Piştî axaftin û temaşekirina sînevizyonê ya tekildarî kiryarên DAIŞ’ê şahidên zindî yên terora DAIŞ’ê hatin guhdarkirin.

Daxwaza şahidên hovîtiya DAIŞ’ê ya heî ku derket pêş, darizandina çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.

JINA ÊZIDÎ: EM TERORA DAÎŞ’Ê JI BÎR NAKIN

Jina Ezîdî Makbûla Ezidiya ku ji Şengalê , keyfxweşiya xwe ya ji bo têkçûyîna DAIŞ’ê anî ziman û got: “Heya em sax bin, em terora DAIŞ’ê ji bîr nakin. Li ber çavên cîhanê komkujî pêk hat. Li ber çavên me komkujî çêbûn. Gelek zarok ji birçîna mirin. Tu kes pirsa van bûyeran nake ev kes hemû sivîl bûn. Firotin, tecawûz, kuştin, van çeteyan hemû kiryarên li dijî mirovahiyê pêk anîn. Ez jî 4 sal esîr di nav destê wan de bûm. Zilm û zorî li me kirin. Li ber çavên me bi dehan kes kuştin. Êrîşên hovane li ser me pêk anîn.  Her çendî ji bo zilmê ferq nekirina nava pêkhateyan, lê bi hovîtî êrîşî Êzidiyan kirin. Her tim Êzîdî hedefên çeteyan bûn. Li dijî Êzîdiyan taybet gelek kiryarên qirêj pêk anîn. Musul, Reqa heya Efrînê kiryar li dijî hebûna Ezîdiyan dewam kir. Em xistin zindanan, çavên me girêdan.  Em ji destên wan rêviyan û hatin cihên di bin serweriya QSD’ê de. Em ji hebûna QSD û hêza wan gelek keyfxweşin ku li dijî DAIŞ’ê şerêkî bêhempa kirin û DAIŞ têk birin.”

BI ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞ’Ê MIN TOLA XWE STEND

Suat Mirad Xelef  Imra ji Şengalê ye û şahida kiryarên çeteyên DAIŞ ye. Suad çîroka xwe wiha vegot: “Demekê em zindanê de man û derbasî axa Sûriyeyê bûn. Bi hezaran jin zarok di destê DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî em ji zindanê derdixistin bi dehan caran me firotin û bi hezaran jin zarok dihatin firotin. Li dijî vê hişmenidya DAIŞ’ê bi hezaran jinên Êzîdî xwe kuştin û dikujin. Bi riya QSD’ê ez ji destê çeteyên DAIŞ rizgar bûn. Bi sedan şervanên QSD’ê xwîna xwe didan heya yek ji me xilas dikirin. Piştî ez hatim rizgar kirin, ji bo li dijî DAIŞ’ê, tola hezaran jin û zarokên Êzîdî hildim ez tevlî YJŞ bûm. Min bi şerkirina li dijî DAIŞ’ê,  tola xwe û ya hezran jinên Ezîdî rakir. Niha daxwaza me li vir heye. QSD’ê li vir DAIŞ têk bir. Daxwaza me jî ew e ku DAIŞ li vir bê darizandin.”

GAZIYA KOMKUJIYA SÛRÛCÊ: ÊŞÊN ME WEKÎ HEV IN

Sîbel Işik ku gaziya Komkujiya 20’ê Tîrmehê ku li Pirsûsê (Suruç) ye jî got ku “Bi van komkujiyan dewleta Tirk a dagirker xwest vîna gel têk bibe. Di komkujiyê de leşkerên dewleta Tirk û polîsên wan nedihiştin ku em birîndaran rakin nexweşxaneyê. Vê komkujiyê tu carî hevîyên me bi dawî nekir. Heviyên hevalên me di warên şoreşa Rojava de berdewam dike. Bi hêz û heviya xwe çeteyên DAIŞ û hevkarên wê di Rojava de têk çûn. Îro axaftina sûcên li ser DAIŞ û dadgehkirina çeteyên DAIŞ di herêmê ji bo hevîyên şehîd û zarokên me de divê pêk were. Hemû êşên me wek hev in. Em êşên xwe ji bo rakirina tola mirovahiyê dixin hêz. Hevalên me yên di komkujiya Pirsûsê de şehîd ketin digotin ken dema kenêye divê gelê me bi ken e.”

 Alçin Ibrahîm  jî yek ji wan kesan e ku bav û dayika wê di komkujiya Kobanê de şehîd ketin e. Alçin diya kir ku komkujî êşek mezin e û got: “Dayîk û Bavê min di komkujiya Kobanê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin  qetilkirin. Ez ê êşa vê her bikşînim.  Ez ê li hember hebûna DAIŞ’ê têkoşînê bikin. “

‘DI DARIZANDINA ÇETEYAN DE DIVÊ DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ JÎ AMADE BIN’

Cewat Kesasba birayê pîlotê ji Ûrdinê Mûaz Kesasba ku ji aliyê çeteyên DAIŞ vê hatibû şewitandin bi riya Skybê beşdarî komxebatê bû û hin daxwazên xwe anîn ser ziman û got: “Divê lêpirsînek zelal ji DAIŞ’ê re bê çêkirin û di nav vê lêpirsîna de dewletên navnetewî cîh bigirin. Em dixwazin di dema darizandina çeteyan de amade bin. Em dixwazin kujêrên mirovahiyê bêne darizandin.”

Alice Dayif Fransî yek ji birîndarê komkujiya Fransayê ya bajarê Nice jî got: “Divê ev çete bên darizandin û bêne cezakirin. Xeteriya wan çeteyan ji bo tevahî mirovahiyê heye. Ev çete hemû divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên darizandin.”

Nasir El- Sebaa ji Derazorê ye. El- Sebaa şahidê komkujiya çeteyan a bi navê Şeyir Dad e ya ku tê de 700 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûbûn. El- Sebaa got: “Bê nîqaş bila ev çete li herêmên me warên ku komkujî lê pêkanîne bên darizandin.”