Şehîda YPJ’ê Aser Aras li Dêrikê spartin axê

Cenazeyê şervana YPJ’ê Gulîzar Goranî (Aser Aras) dema li ser erka xwe di encama qezayeke ya trafîkê de şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Xebat a Dêrikê bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Bi sedan welatiyên herêma Dêrikê, Koçerat, Berav, navçeya Girkê Legê û herêma Berav li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn û cenazeyê şehîd Aser Aras bi rassnav Gulîzer Goranî ya ku bi qezeyeke trafîkê şehîd bûbû wergirtin.

Kerwana şehîd ji ber nexweşxaneya Hogir ber bi Şehîdgeha Şehîd Xebat ve kete rê. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî destpê kir.

Piştre yek fermendarên YPJ`ê Nûcan Xêrkî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Aser Aras û tevahiya malbatên şehîdan re xwest. Nûcan soza şopandina rêya şehîdan heya pêkanîna serkeftin, ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da.

Endama Kongreya Star a Dêrikê Wesfa Murad axivî û fedekariyên jinê yên ji bo parastina xak û gelê herêmê bibîr xist. Wesfa tekez kir ku destkeftiyên ku jinê bi dest xistine wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de werin nivîsandin.

Piştî bidawîbûna axaftinan nasnameya şehîd Aser Aras ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwedin û radestî Mecîisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.