Rêveberên QSD û NY’yê peymaneke plana hevpar a zarokan îmze kirin

Di navbera rêveberên QSD’ê û NY’yê de peymaneke plana hevpar a têkildarî qedexekirina girtina zarokan a leşkeriyê û parastina wan a ji şer hate îmzekirin.

Di navbera rêveberên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Nûnera Taybet a Şerê bi Çek û Zarokan a Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vîrgînîa Gamba de ji bo qedexekirina zarokan a nava şer a li herêmê hevdîtin hatin kirin. Li ser erêkirina QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi NY’yê re 29’ê Hezîranê peymaneke plana hevpar li avahiya duyemîn a herî mezin a NY'yê li Palaîs des NAtîons a li Cenevre hate îzmekirin.

Di merasîma îmzekirinê ya li Ofîsa Cenevre ya NY’yê pêk hat de, Nûnera Taybet a Şerê bi Çek û Zarokan a Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vîrgînîa Gamba, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Ham El-Mihbaş amade bûn.

Nûnera Taybet a Şerê bi Çek û Zarokan a Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vîrgînîa Gamba daxuyaniyek da û QSD bi îmzekirina peymanê re piştrast kirin ku wê bi ti awayî rê neyê dayîn ku zarok di nava şer de cih bigirin û zarokan bi çek bikin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku bi îmzekirina peymanê re eger di nava hêzên wan de jêrî temenê 18 saliyê kes hebin wê bên derxistin û dîsa pêşî li çekkirina zarokan û dîsa di nava şer de karanîna zarokan bigirin.

NÛNERA TAYBET: ROJEKE GIRÎNG E

Nûnera Taybet a Şerê bi Çek û Zarokan a Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Vîrgînîa Gamba destnîşan kir ku îmzekirina QSD’ê ya peyama qedexekirina biçekkirina zarokan û dîsa li dijî vê derketin girîng e û got: “Îro li Sûriyeyê têkildarî parastina zarokan rojeke girîng e, her wiha destpêka qonaxeke ku hate piştrastkirin wê QSD rê nede ku di bin sêwana wê de tu zarok neyên bi çekkirin û di nava ti operasyonan de nayên erkdarkirine.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku îmzekirina vê peymanê di encama civînên dûr û dirêj yên di navbera rêveberên NY’yê û QSD’ê de pêk hatiye.

Nûnera Taybet a NY’yê Gamba da xuyakirin ku peymana derbarê qedexekirina zarokan a biçekkirinê, dîsa guhertina helwesta aliyên şer, astengkirina binpêkirinên giran ên li hember zarokan û di warê başkirina zarokan ên ji şer pir girîng e.

Bamba bang li hemû hêzên di nava rapora têkildarî şarvanên zarok ên Sekreteriya Giştî ya NY’yê de ne kir, ji bo bêçekkirina zarokan gavên pêwîst bavêjin.

Rêveberên QSD’ê spasdariyên xwe pêşkêşî NY’yê kir, diyar kirin ku Rêveberiya Xweser têkildarî polîtîkayên zarokan li pişt rêveberên NY’yê ne.