Asya Abdullah: Wê meclîs jinan bi pêş ve bibe

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah diyar kir ku wê Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi pêş ve bibe.

Abdullah bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di têkoşîna jinan de got ku “Rêzdar Ocalan her dem ji bo vekirina rêya çareseriyê ked û têkoşîneke mezin daye.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star û Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah xebatên jinan nirxand.

Abdullah qala Kongreya Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got ku “Tecrubeya jinan a ku li Rojava bi dest xistine hatiye asteke girîng. Bi şoreşê re xebatên jinan zêde bû û zemîneke xwerêxistinkirinê çêbû. Bi pêşengiya Kongreya Star me têkoşîna jinan li ber çavan girt û projeyek pêşkêşî hemû partî û saziyan kir.

Me xebatên xwe yên pêşîn di serê 2019’an de kir. Me tevî hemû partî û rêxistinên jinan nîqaş kir. Di nava 2 mehan de, me hevdîtin kirin û derbarê vê projeyê, me fikrên xwe pêşkêşî hemû aliyan kir. Di çarçoveya vê projeyê de, me dît ku xebatên me hatine astekê lê têr nakin. Divê em werin ba hev û mekanîzmayekê ava bikin. Divê em îradeya jinan xurttir bikin. Me tevlîbûna jinan a di dahatûya Sûriyeyê de, cihê wê yê di avakirina Sûriyeyê de nîqaş kir. Ji bo parastina destkeftiyên siyasî, civakî û çandî me xwest em têkoşîneke hevpar ava bikin. Ji ber vê jî pêdivî bi rêxistinkirina pêştir heye.

Me civîna xwe ya pêşîn di meha Adarê de çêkir. Derbarê awayê rêxistinbûnê û biryarên hevpar, me gelek tişt nîqaş kir. Piştî nîqaşan derket holê ku wê ‘Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ were avakirin. Di civîna pêşîn de me biryar da ku meclîsek û komîteya amadekar were avakirin. Ev meclîs ji 9 kesan pêk tê. Piştî vî tiştî, me dest bi avakirina meclîsê kir. Ew ê meclîs li ser kîjan esasan were avakirin, wê ji bo kîjan armancê xebatên xwe bidomîne, wê pergala wê ya xebatê çawa be, me li ser van tiştan nîqaş kirin. Pêşnûmaya ku komîteya amadeker pêşkêşî platformê kiribû, hate qebûlkirin. Piştî du civînan me pergaleke hevpar ava kir û peymanname hate îmzekirin. Me bi amadekariyeke baş dest bi kongreya xwe kir. Hemû belge hatin amadekirin, me li ser prosedura meclîsê û li ser koordînasyona meclîsê li hev kir. Kongreya me bernameya me ya xebatê û belgeyên me qebûl kir.”

“BERXWEDANA YPJ’Ê DERKET PÊŞ”

Abdullah diyar kir ku avakirina meclîsê di vê pêvajoyê de girîng bû û got ku “Pêdiviya jinan û rêxistinan bi vî tiştî hebûn. Ji bo parastina keda jinê, têkoşîna YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê gelekî bandor kir. Pêşengbûna jinê ya di rêveberiya Xweser de, destkeftiyên hemû jinan e. Serfiraziya li hemberî DAÎŞ’ê serfiraziya hemû jin û saziyên jinan e. Îro jî li hemberî kêşeyên li ser jinan, berpirsiyariya me heye. Şer, koç û ferasetên paşverû yên di nav civakê de hê jî hene. Divê li hemberî şîddeta li ser jinê em zêdetir têbikoşin. Divê me tevkarî li zanista li ser jinê bikira. Ji ber vê jî vê xebata meclîsê li gorî me xebateke stratejîk e.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star, Asya Abdullah got ku “Bi tevlêbûna nûnerên rêxistin, sazî û dezgehan meclîsa me hatiye avakirin. Ji her saziyeke sivîl 2 kes tê de cih digirin. Partiyên siyasî jî du nûnerên wan hene. Sermesele li ser navê Meclîsa Jinan ê Minbîc, Tebqa, Reqa, Girê Spî, Dêrazorû Şehbayê 30 kes cih digirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Konseya Jinan, Meclîsa Zagonsaz û Rêveberiyê me 6 kota jî dane Rêveberiya Xweser. Kesên serbixwe û çalakger jî di nav van meclîsan de hene. 10 jinên çalakger di nav vê meclîsê hene. 44 rêxistin, Rêveberiya Xweser û çalakger di vê meclîsê de cih digirin. Hemû beş di nav meclîsa me de cih digirin. Di demên pêş de saziyên ku wê werin vekirin jî dikarin ji bo tevlêbûna meclîsê serî lê bidin.Nûnerên jinan ên ENKS û Partiya Pêşverû jî bi erênî nêzî projeya me bûne lê hê bersivek nedane.”

Abdullah ser têkoşîna jinan got ku “Têkoşîna jinan mezin bû lê hê jî li ser jinan zextên mezin hene, qetlîamên li ser jinan didome. Li hemberî her cure şîddetê wê bi îradeyeke mezin têkoşîn were kirin. Meclîs wê di qada siyasî de jî têkoşînê geş bike. Ji ber ku ev meclîs dengê jinan e.

Piştî ku li herêmê şoreş hate destpêkirin, jinan pergala xwe ava kirin. Di dema rejîma Beas de pêşiya jinan hatibû girtin. Ji bo tunekirina îradeya jinan, teror hate kirin. Lê îroj dema ku jin karibin xwe birêxistin bikin, ev ji bo jinan şoreşeke mezin e. Di nav pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkoşîna jinan a xweser, nasname û dîroka jinan çiqasî were geşkirin, wê pergala me demokratîk bibe û wê civak biguhere. Yek ji armanca meclîsê jî wekhevî û azadiya di navbera jin û mêran de ye. Di nav civakê de divê berê feraset were guherandin.

‘JIN NE TÊ DE BIN, EW NE DEMOKRATÎK E’

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Asya Abdullah diyar kir ku armanca meclîsa wan ev e ku ew karibin bi hemû tevgerên jinan re têkiliyê deynin û tifaqan ava bikin. Divê li Sûriyeyê li ser hemû meseleyên li ser jinan em werin ba hev. Di warê dahatûya Sûriyeyê de û di warê biryarên siyasî de jî pêdiviya me bi fikrên hevpar heye. Biryarên ku jin ne tê de ne, wê ne demokratîk be. Di heman demê de di meclîsa me de ji hemû neteweyên li Sûriyeyê jin hene. Mesela nûnerên jinên Çerkez, Keldan, Çeçen û Ermen di meclîsa me de cih digirin.”

ROLA RÊZDAR OCALAN

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah diyar kir ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyeyê, rêzdar Ocalan ked û têkoşîneke mezin daye û got ku “Projeya wî ya çareseriyê, projeya çareseriyê ya gelan e. Di hevdîtinên bi Ocalan re derketiye holê ku mezinkirina îradeya gelan û xurtkirina tifaqa di navbera gelan de, ji bo jiyan hevpar gaveke pêşîn e. Tifaqa hevpar a gelan dikare çareseriyan biafirîne.”

Asya Abdullah herî dawîn jî diyar kir ku 44 rêxistinê jinan hatine ba hev, meclîsek ava kirine û ev meclîs wê li hemberî bêedaletiyan bibe dengê hevpar ê jinan.