Li Efrînê çeteyan 10 sivîlên din jî revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çetyên wê li Efrîn a ku ji Adara 2018’an ve dagirkirine, 10 sivîlên din jî revandin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên li Efrînê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya 2 rojan li navçeya Mabata 10 sivîlên din jî revandine.

Heman rojê çeteyan li gundê Gulîkê yê navçeya Mabata jî gelek sivîl revandine. Navê sivîlên ku çeteyan revandine wiha ne; Rêzan Henan Hesen, Mihemed Mehmûd Hemû, Fadil Yasîn Hesen û Fexrî Mihemed Hemo.

BERHEMÊN DÎROKÎ JÎ DIBIN TIRKIYEYÊ

Li gorî agahiyan heman rojê çeteyên li Efrînê bicih bûne, cihên dîrokî dikolin û berhemên dîrokî dibin Tirkiyeyê.

Li aliyê din çeteyên artêşa Tirk a dagirker li derdora Kefircenê bi hezaran darên zeytûnan ên temenê wan herî kêm 60 sal in birîne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê roja 29’ê Hezîranê saet 19:30’an li navçeya Mabeta ya Efrînê bi ser malan de girtibûn û 300 sivîl ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn revandibûn. Aqûbeta sivîlên ku hatine revandin nayê zanîn.