Çeteyê DAÎŞ’ê: Êrîşên bombeyî bi kontrola MÎT’ê hate kirin

Çeteyê DAÎŞ’ê yê bi navê Îlyas Aydin ê ku sal û nîvek e di destê QSD’ê de ye, diyar kir ku li Tirkiyeyê hemû êrîşên bombeyî di bin kontrola MÎT’ê de hatiye kirin.

Çeteyê DAÎŞ’ê Îlyas Aydin diyar kir ku di nav DAÎŞ’ê de di sala 2014’an de Alaqat Hariciye (Yekîneya teqînan) hatiye avakirin û ji bo Tirkiyeyê jî Koma DAÎŞ’ê ya Dîlokê hatiye peywirdarkirin. Çeteyê DAÎŞ’ê yê bi navê Îlyas Aydin ê ku sal û nîvek e di destê QSD’ê de ye derbarê teqînên li Sûrûc û Enqereyê hin agahî da û qala îstîxbarata Tirk a di nav DAÎŞ’ê de kir.

‘EZ XISTIM KOMA TIRKIYEYÊ Û DERXISTIM’

Îlyas Aydin diyar kir ku dema ew tevlî nav DAÎŞ’ê bû ew di xebatên Tirkiyeyê de hatiye peywirdarkirin û wê di bin fermandariya 6 kesan de be. Aydin diyar dike ku ji bo êrîşên bombeyî ew di dawiya sala 2013’an û serê 2014’an de bi cemaeta Dîlokê re xebitiye. Aydin got ku “Ketîbeya Konstantîn li Til Ebyadê bû. Dema ez jî tevlî vê derê bûm, rêveberiya wê demê xwestine dosyeya min biguherînin. Tîma ku wê li Tirkiyeyê teqînan bike cihê bû, tîmeke din jî hebû ku wê li Ewropayê teqîn bikira. Ji van yekîneyan re digotin Alaqat Hariciye.”

KOMA DÎLOKÊ JI TEQÎNÊN LI TIRKIYEYÊ BERPIRSYAR E

Îlyas Aydin diyar dike ku ji bo teqînên li Tirkiyeyê cemaeta Dîlokê hatiye peywirdarkirin û got ku “Wê demê ew dosye kirin du beş. Beşa îdeolojîk û ya leşkerî. Peywira beşa îdeolojîk belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû û Mûstafa Guneş anîbûn ser wê beşê. Abdulmunîn (Mûhammed Cengîz Dayan) jî anîn ser beşa leşkerî. Ebû Fûday (Nûsret Yilmaz) û Ahmet Guneş (Abdulhakîm Hoca) zilamên wî yên nêz bûn. Beriya avakirina Alaqat Harîcîye, Mûstafa Delîlbaş (Cûheman) emîrê koma Dîlokê bû. Piştî ku li Tirkiyeyê hate girtin, Abdulmunîn hate şûna wî. Mûstafa Delîlbaş jî li Minbîcê bû emîrê polîsan.

Koma Dîlokê komên ji Edene û Dîlokê li dora xwe dicivand û di dosyeya Tirkiyeyê de ew didan xebitandin. Di wê demê de wan gelek teqîn kirin. Teqîna li Sûrûcê bi rêxistinkirina wan hate kirin. Teqîna li mîtînga Amedê, teqînên li Edene û Mêrsînê yên ku Savaş Yildiz kiriye, ev hemû ji aliyê cemaeta Abdulmunîn hate kirin. Wê demê Kurd kiribûn hedef û hemû peywirên wan xizmet ji hikumeta Tirk re dikir.”

TEQÎNA LI SÛRÛCÊ JI ALIYÊ KOMA DÎLOKÊ HATE KIRIN

Îlyas Aydin diyar kir ku teqîna li Sûrûcê ji aliyê Koma Dîlokê hate kirin û got ku “Avdurahman Alagoz ê ku ev teqîn kir, beriya ku têkeve Tirkiyeyê navê û wî yê birayê wî heye ku wê teqînê bikin. Şevek beriya wê îstîxbarat li otelekê wî zeft dike lê tiştekî pê nakin. Îstîxbarat bi her tiştî dizane lê asteng nake. Di 10’ê Kewçêra 2015’an de li Enqereyê jî komkujî hate kirin. Wê rojê em bi MÎT’ê re rûniştibûn. Wan gotin ku ev teqîn bi biryara Ebûbekir Baxdadî hatiyekirin.

Piştre koma Dîlokê nûçeyek da weşandin. Di vê nûçeyê de dihat gotin ku DAÎŞ’ê du sîxurên MÎT’ê yên di nav xwe de kuştiye. DAÎŞ hemû operasyonên xwe bi dîmen û wêne eşkere dike lê yên vana tunebû. Dema min ji Ebû Fûday pirsî, got ku van kesan ji bo teqîna li Enqereyê, teqemenî amade kirine. Fûday got ku me teqemenî xwest peyda kirin, me 100 hezar dolar xwest dîsa peyda kirin.

Yên me nikarin van pereyan zû bi zû bi dest bixin. Niha sê îxtîmal hene, yan ev kes endamên MÎT’ê ne û Tirkiyeyê ew xistine girtîgehê, yan yên me ew nekuştine û yan jî Ebû Fûday bi xwe endamê MÎT’ê ye.

‘AGAHIYA ÎSTIXBARATA TIRK JI HER TIŞTÎ HEYE’

Îlyas Aydin diyar kir ku ne mumkun e endamên cemaeta Dîlokê ku li Tirkiyeyê erkdar in neyê şopandin û got; “Ji ber ku evane dosyeya Tirkiye dema yekem car hati birêxistinkirin gelek caran çek û teqemenî dane girtin. Gelek caran hatine girtin. Îstixbareta Tirk hemû cemaetên li Tirkiyeyê nas dike; çend kes hene, têkiliya kê bi kê re heye. Yanî ji her tiştî agahiya wan heye.”

Aydin got piştî teqîna li Enqerê demek şûnde piraniya koma Dîlokê ji aliyê  emîrê Alaqat Hariiye Ebû Zenep Rakkavî ve hate belavkirin û wiha domand; “Komkujiya Sûrûc û Enqereyê û komkujiyên din kirin. Bi van teqînan re hinek pirsgirêk di xebatên koma Dîlokê de hebûn. 40-45 ji sediyê endamên tîma Abdulmûnîn ku şandibûn Tirkiyeyê revîbûn. Dîsan gelek girtî hebû û ev ji beşê jor re nedihate ragihandin.”

KOMA DÎLOKÊ KETIBÛN BIN KONTROLA MÎT’Ê

Aydin diyar kir ku hemû teqînên li Tirkiyeyê yên koma Dîlokê pêk dianî li gorî berjewendiyên hikûmeta Tirk bû. Di qonaxa duyem de koma Dîlokê ji peywirê hate girtin û bi vê hêla teqînan guherî û got; “Teqîna Reîna û Balafirgeha Ataturk ne bi rêxistina Dîokê bi rêya Mustaa Guneş û rêxistinkirina wî re pêk hat.”

Aydin ragihand ku îstixbareta Tirk bi dizî ketiye nava koma DAÎŞ’ê ya Dîlokê û hemû teqînê wan  xizmeta hikûmeta Tirk dikir û got; “Ciwanan şêweyê ketina îstixbaretê ya nava wan baş nedizanin. Ne digotin ‘Ev rêxistin rêxistina îstixbaretê ye’ lê rêxistinên mîna me ji aliyê îstixbaratê ve dihate bikaranîn.”

‘LI BERAMBERÎ BIRAZIYÊ AYTAÇ MÛHACIR HATIN BERDAN’

Îlyas Aydin wiha qala endamê Cemaeta Dîlokê Aytaş Polat kir ku sala 2008’an bi operasyona El Kaîdeyê hate girtin û sala 2009’an hate berdan; “Aytaç berê li gel Cephet El Nûsrayê bû. Dema navbera DAÎŞ û Nûsra cudahî nakokî çêbû beşdarî Nûsra bû. Piştre zilamên xwe şand ji Ahrar Şam re. Ji xwe Ahrar Şam bi îstixbareta Tirk re bû û têkiliyên wan hebû. Di operasyona 2008’an de hate girtin û piştre hate berdan.

Biraziyê Aytaş xwest beşdarî DAÎŞ’ê bibe û kete nava têkiliyan. Dema wî zanî gahî da îstixbareta Tirk. Ew jî gelek mûhaxirên ku biçin beşdarÎ DAÎŞ’ê bibin digrtin. Digotin ‘Zarokî bidin yan em ê jî mûhaciran ne berdin’. Li beramberî biraziyê Aytaç mûhacir hatin berdan. Niha ev li Dîlokê serokê cemaetê ye. Dema ez çûm li gel Îlhamî Bal qala vê meseleyê kir. Niha li Dîlokê komeleyek a Aytaç heye. Navê komeleyê ne li bîra min e. Ji ber ku ew belavî 2-3 koman bû û hemûyan komele vekir.”

EBÛ FÛDAY KÎ YE?

Nûsret Yilmaz ku bi navê kod Ebû Fûday di nava DAÎŞ’ê de tê naskirin, emîrekî koma Dîlok a di nava DAÎŞ û Cemaeta Dîlokê de ye. Piştî Mûstafa Delîbaşan bû emîrê koma Dîlokê û bi berpirsê koma teqînên li Tirkiyeyê Abdûlmûîn (Mûhammed Cengîz Dayan) re heman xebat dikirin.

Nûsret Yilmaz di nava fîrariyên teqîna Enqerê ya 10’ê Cotmeha 2015’an de cih digre. Dema 2017’an xwest biçe Gurcistanê li deriyê sînorê Sarp hate ferqkirin. Têkildarî Yilmaz ê ku li Tirkiyeyê bi bultena sor tê lêgerin rayedarên Gurcî agahî dan dewleta Tirk û ev di çapemeniyê de derket. Lê Nûsret Yilmaz piştî 2 rojan dîsan dema xwest bikeve Gurcistanê li heman deriyê sînor hate dîtin û Gurcistanê negirt. Rayedarên Tirk ji bo vê nûçeyê gotina ‘navên mîna hev’ nûçe derewand. Li gorî îddîayên çeteyên DAÎŞ’ê Nûsret Yilmaz beriya bikeve Gurcistanê li Dêrazorê derbasî Tirkiyeyê bûye.