‘Divê DAÎŞ bê darezandin, hesab ji hevparan bên xwestin’

Forma bi mijara DAÎŞ’ê ya ji aliyê NRLS’yê ve hate organîzekirin didome. Beşdarvanên formê da xuyakirin ku divê bi teqez DAÎŞ di dadgeheke navneteweyî de bê darezandin û hesab ji hevkarên mîna AKP’ê bên xwestin.

Forma li dijî DAÎŞ’ê ya ji aliyê Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve hate organîzekirin dewam dike. Forma bi sernavê ‘DAÎŞ: Koka wê, Astengî û Stratejiyên rû bi rû bûnê’ ku rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, hiqûnas û parêzvanên mirovan ên ji welatên cuda tevlî bûne, piştî axaftina destpêkê bi semînerên cuda yên mexdûrên DAÎŞ’ê dewam dike.

BÊRÎVAN XIDIR: DAXWAZA ME YA SEREKE DAREZANDINA DAÎŞ’Ê YE

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid got:Hêz û vîna vî gelî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyan şer kirin. Divê cîhan bi erkên xwe rabe û li dijî hişmendiya DAÎŞ têbikoşê. Di berxwedana herêmê de herî zêde rola YPJ’ê derket holê. Em ê deyindarê berxwedana YPJ, YPG û hemû şehîdên xwe bin. Ya ku li vir pêşengtiyê dike jin in. Em jî wekî jin û Rêveberiya Xweser sîstema xwe bikin mînak ji cîhanê re. Mafê gelê me ye ku çeteyên DAÎŞ’ê darizînin. Ev jî daxwaza me ya sereke ye. Em bi hêvîne stratejiyêk nû ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê were danîn.”

MÛSLIM: DIVÊ DAÎŞ BÊ CEZA NEMÎNE’

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Enwer Muslim jî got: “Gelê Bakur û Rojhiatê Sûriyê li dijî kiryarên DAÎŞ’ê biryara têkoşînê bi hev re dan. DAÎŞ’ê dixwest tevahî mirovahiyê têk bibe. Welatê ku herî zêde berdel da jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. DAÎŞ’ê bi sedan komkujî li herêmê pêk anî. Ragihandina têkçûna DAÎŞ’ê serkeftinek herî mezin bû. Divê ev çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin û hesab ji wan bên xwestin. Divê bê nîqaş rola gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dadgehkirina DAÎŞ’ê de hebe. Di dadgehkirina çeteyan de divê hemû cîhan bi erkên xwe rabin û dadgehkirina çeteyan de bibîryar bin.”

HECÎ: DIVÊ DAÎŞ NEBE MIJARA BAZARA NAVNETEWEYÎ

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser ê Şengalê Hisen Hecî jî nameyak ji formê re şand û ev yek got: “Divê sazî û rêxistinên mafê mirovan girÎngiyê bide doza Êzidiyan û gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê hemû sazî bi erkên xwe rabin da ku mafê mirovan bê parastin. 5 sal Li ser komkujiya Şengalê re derbas bûn. Ji bilî hêza Rêveberiya Xweser ti alîkarî ji gelê Şengalê re nehat. Çima dewleta Iraqê komkujiya Ezîdiyan paşguh dike. HeTa niha kirîn û firotin, bazarên partiyan li ser wan pêkhateyan hene. Civaka navnetewî divê biryarên xwe li ser axê jî pêk bîne. Ka wiJdanên mirovahiyê ku dibêjin em mirovahiyê diparêzin. Ev tenê bi gotinan hene, lê li ser erde ti rûyên wan xuya nake. Em hevî dikin dadgehek navnetewî li Rojava bê avakirin. Divê doza DAÎŞ’ê di nav dewletan de neye firotin. Kesên ku di têkbirina DAÎŞ’ê de berdêl dan, divê rola wan di dadgehkirina çeteyan de sereke be.”

‘ROLEKE MEZIN A QSD’Ê DI TÊKBIRINA DAÎŞ’Ê DE HEYE’

Endamê Komarparêz ê berê yê Kongreya DYE’yê Thomas Alexander Garrett ev tişt got: “Her mirov mafê wî yê jiyînê heye. Çeteyên DAÎŞ’ê li dijî mafê mirovan derket. Ev mîrasa mirovahiyê ku bi destê DAÎŞ’ê hat hilweşandin, hêzên QSD li dijî wan sekinî. Siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gor mafê mirovan hatiye danîn. Heger em bixwazin siyaseta xwe li gor siyaseta mirovan bidin meşandin, em nikarin bi rejîma Sûriyê re siyasetê bikin. Dema ku Trump got; ‘em ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişin’ ez gelek xemgîn bûm. Ji ber keda li vir cuda ye. Ez ê hin nameyan ji rêveberiya Emerîkayê re bibim.”

 ‘LI DIJÎ DAÎŞ’Ê WÊ TÊKOŞÎN DI ASTÊN CUDA DE DESTPÊ BIKIN’

Nivîskar- lêkolîner Patrîce Frandeschî jî ev got: “Piştevaniya me ya ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê wê bidome. Serdanan nûnerên Fransî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re têkoşînê li dijî DAÎŞ’ê tekez dike. Ev têkoşîn nayê wateya ku DAÎŞ bi dawî bûye. Ez li vir tekez dikim ku wê têkoşîneke cuda bi awayekî din destpê bike. Em serbilind in bi serkeftinên wê.”

 ‘ERDOGAN HEBÛNA DAÎŞ’Ê GIRÎNG DIBÎNE

Rêveberê berê yê Rojhilata Navîn ê Pentegonê Mîchael Rûbîn jî diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan hebûna DAÎŞ’ê girîng dibîne û got: “Recep Tayîp Erdogan gelek girîngî dide hebûna DAIŞ’ê. Girêdana AKP-Tirkiyê bi çeteyan re gelek mezin e. Pêşxistina komên tundraw ne tenê mijara Rojava ye ev mijareke gelek girîng û cîhanî ye. Hesab ji Tirkiyê nehatiye pirsîn. Maxdûrên bêdengiyan, dewlet bi xwe ne. DAÎŞ vê li Tirkiyê bizivîre û Tirkiye wê bibe maxdûrê DAÎŞ’ê.”

 ‘QSD,YPG-YPJ’Ê TÊKOŞÎNEKE BERDÊLÎ CÎHANÊ KIRIN’

Ji serokwezîrên berê yê Îtalyayê Massîmo D’Alema bi rêya Skypeyê tevlî formê bû. D’Alema ev peyam da: Ez dilsoziya xwe li hemberî qûrbaniya DAÎŞ ê diyar dikim û dilxweşiya xwe ji bo şervanên YPJ/YPG û QSD didim nîşandan. Şerê wan kiriye berdela hemû cîhanê bû. Şerê li dijî terora DAÎŞ’ê bi dawî nebûye. Destpêkê divê çete bên darizandin û civaka navetewî bi erkên xwe rabin. Ez piştgiriya avakirina dadgeha navnetewî dikim. Ev ji bo li dijî şerê terorê û dewletên ku piştgiriyê didin gelek giring e. Em aştî û aramî ji bo Sûriyê dixwazin. Bingeha konfedaralîzimê ji bo Sûriyê bê berçav girtin. Ez hêvî dikim komxebat ji bo gelê Kurd bi aştî û aramî bi ser bikeve.”

‘HETA DAGIRKERÎ BI DAWÎ NEBE, DAÎŞ BI DAWÎ NABE’

Nameya siyasetmedarê Kurd Hatîp Dicle ya ji bo formê hatibû şandin hat xwendin. Dicle serkeftina Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Dewleta Tirk û Qatar herî zêde alîkariya DAÎŞ dikin. Heta siyasetên dagirkeriyê yên Tirkiyê bedewam bin em nikarin bêjin DAÎŞ bi dawî bû. Yekane rêya li dijî hebûna DAÎŞ’ê, felsefeya Rêber Apo ye.”

Piştî axaftinan pêşengeha şêwekariyê û wêneyên şewqê yên giredayî terora DAÎŞ’ê hat nîşandan.