Dewleta Tirk li Efrînê bi sedan sivîl revand

Li navçeya Mabeda ya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin bi sedan sivîl hatin revandin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku hêzên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete doh êvarê saet 19:30'î avêtin ser malan.

Hate ragihandin ku jin û zarok jî di nav de sê sed sivîl hatine revandin. Sivîlên ku bi zorê û bi lêdanê hatin revandin nayê zanîn ku bi ku ve birine. Li gorî agahiyan telefonên destan ên sivîlan ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk ve hatine desteserkirin. Rîsk heye ku êşkence li sivîlan bê kirin, bên windakirin û kuştin.