HRE: Li Mareyê 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku hêzên wan li Mareyê li hemberî artêşa dagirker a dewleta Tirk û çeteyên wê çalakî li dar xistiye û di vê çalakiyê de 2 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku hêzên wan li Mareyê li hemberî artêşa dagirker a dewleta Tirk û çeteyên wê çalakî li dar xistiye û di vê çalakiyê de 2 çete hatine kuştin.


Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin “Di 4ê Tîrmehê de hêzên me li Marê li hember seyareyeke leşkerî ku gelek çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk tê de bûn, çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin û 4 jî birîndar bû. Seyareya leşkerî jî hate rûxandin.”