Elewiyên Ereb ên ji Hatayê bi tirs û fikar in

Berdevkê Meclîsên Gel ên Antakyayê Hasan Ozgun diyar kir, cenazeyê DAÎŞ'iyê ku digot, 'Em ê Elewiyan biqelihînin' mîna mîtîngekê ji Reyhanli hatiye rakirin û got, vê yekê Elewiyên Ereb xistiye nava fikaran.

Çeteyê bi navê Abdulbasît el Sarût ku demekê di tîma neteweyî ya Sûriyeyê de qelevan bû û di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de tevlî DAÎŞ'ê bû, bi gotina xwe ya ku digot 'Em ê Elewiyan biqelihînin' rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Çeteyê DAÎŞ'ê el Sarût çend roj berê li Tirkiyeyê li nexweşxaneyê mir. Sarût dema dawî fermandarê rêxistina Ceyş'ul Îzze ya 'Artêşa Sûriyeyê ya Azad' bû. Ji bo Sarût li Reyhanliyê merasîmeke cenaze ya girseyî pêk hat û gelek çeteyên DAÎŞ'ê tevlî merasîmê bûn. Vê yekê Elewiyên Ereb ên li herêmê xiste nava tirs û fikaran.

Berdevkê Meclîsên Gel ên Antakyayê Hasan Ozgun diyar kir, şerê ku neh sal in dijwarî li herêmê didome û bûyerên bi vî rengî bandoreke mezin li jiyana wan dikin, jiyana wan dixin nava rewşeke metirsîdar û got, "Liv û tevgera bi hêsanî ya rêxistinên bi vî rengî li Tirkiyeyê, bicihbûna wan bi rengekî azad li Tirkiyeyê pêwendiya xwe yekser bi pêvajoya siyasî heye."

'EM HER TIM JI BO BERXWEDANÊ AMADE NE'

Ozgur ragihand gefên ku li wan tên xwarin tenê gef nînin, rêxistinên bi vî rengî li aliyê din ê sînor xizmên wan dikujin, gundên wan dişewitînin, talan dikin û li Hatayê jî gelek çalakiyan dikin. Ozgun got, çend meh berê hewl hate dayin ku Baregeha Leşkerî ya Emerîkî ya li Hatay Serînyolê ji bo perwerdeya leşkerî ya van cîhadîstan bê amadekirin, lê ew li dijî vê têkoşiyane û got, "Ji bo em li xaka xwe nebin penaber amade ne ku her tim li ber xwe bidin."

Ozgun bi bîr xist ku li Sûriyeyê niha qirkirina Elewiyan tê kirin, dibe ku şer li aliyê Tirkiyeyê jî rû bide û got, "Gef û metirsî neh sal in li dijî me didomin."

'CENAZE PEYAMEK JI BO KOMKUJIYA GELAN BÛ'

Berdevkê Însiyatîfa Gel a Defne Selman Altinoz jî anî ziman, li gorî daxuyaniya walîtî ji destpêka şer ve 501 hezar Sûriyeyî hatine Antakyayê û got, "Di demeke kurt de cenazeyê kujerekî cîhadîst ji herêma me hate rakirin û bi vî rengî peyameke wiha dan; dikarin bikin amûrek ji bo pêkanîna komkujiya navbera gelan. Elewiyên Ereb gelê berê û xwecihî yê vê herêmê ne û dibêjin, divê bûyerên bi vî rengî bên astengkirin û ewlekariya jiyana me pêk were."