Neteweyên Yekbûyî li ser Rojava konferans li dar xist

Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser Bakurê Sûriyeyê û Rojava konferansek li dar xist. Di konferansê de bang hate kirin ku divê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê kes bêdeng nemîne.

Li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê li ser rewşa dawîn a Bakurê Sûriyeyê konferansek hate lidarxistin. Hîndekarê Zanîngeha Cenevreyê Dr. Vîcken Cheterîan, Endamê Desteya Rêveber a Herêma Otonom a Bakur û Rojavayê Sûriyeyê M. Ahmad Omer û parlementerê Parlementoya Federal a Swîsreyê Carlo Sammarûga di konferansê de axivîn.

‘NETEWE-DEWLET NE ÇARESERÎ YE’

Cheterîan diyar kir ku avadaniya siyasî, çandî û etnîk a Rojhilata Navîn ne li gorî pergala netewe-dewletan e. Cheterîan got ku “Rewşa fîîlî ya herêma otonom ji sala 2011’an û vir ve li herêmên Kurdan heye. Kurdan beriya şer nekarîn bi zimanê xwe biaxivin lê a niha herêmeke otonom ava kirine. Piştî vê saetê nabe ku bi paş ve vegerin.”

OMAR: DIVÊ NY LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ BÊDENG NEMÎNE

Endamê Desteya Rêveber a Herêma Otonom a Bakur û Rojavayê Sûriyeyê M. Ahmad Omer jî qala pergala xwe ki û diyar kir ku Tirkiye vê pergala wan a demokratîk dike hedef. Omer bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiyeyê hemû zagonên navneteweyî binpê kiriye û êrîşî Efrînê kiriye. Omer diyar kir ku divê NY di serî de hemû saziyên navneteweyî li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.