Bernameya konferansa têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê diyar bû

Bernameya konferansa navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve tê organîzekirin diyar bû.

Konferansa bi dirûşma 'DAÎŞ;  Koka wê, Astengî û Stratejiyên Rû bi rû bûnê' ku wê sê rojan bidome roja Şemiyê destpê dike û wê sê rojan bidome.

Wê di konferansê de li şahidên zindî yên qurbaniyên terora DAÎŞ`ê , werin guhdarkirin. Her wiha wê di derbarê DAÎŞ`ê de, wê 7 rûniştin werin lidarxistin.

Di van rûniştinan de wê aliyê dîrokî, siyasî, leşkerî, ewlehî, aborî, civakî, olî, çandî, jin bi çavê terora DAÎŞ`ê, çareserî û pêşniyarên ji bo çareserkirina teror û aliyê hiqûqî ji terora DAÎŞ`ê werin gutubêjkirin. Di her rûniştinê de, wê nîqaş werin kirin.

Bi sedan ji kesayatên payebilind, akademîsiyan, lêkolîner, siyasetmedar, rojnamevan û oldar ên di serî de ji çar parçeyên Kurdistan, welatên Ereban, Ewropa, Emerîka, Emerîkaya Latîn, Tirkiye û Iraqê  ji wê beşdarî konferansê ku li Kantona Cizîrê bê lidarxistin bibin.

Di roja yekem de li gel axaftin û pêşkêşiyan wê sînevîzyona têkildarî DAÎŞ’ê bê nîşandan, her wiha belgeseleke ku têkildarî DAÎŞ’ê û pêşangeheke ya wêneyan jî bê nîşandan.

Di roja duyemîn de jî rojev wê zêdetirî xwe têkoşîna leşkerî û ewlekariyê ya li dijî terora DAÎŞ’ê û texrîbatên aborî û civakî yên bi terorê re derketin be. Roja sêyemîn jî darezandin û hiqûqa navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bê destgirtin.

Semînerên di konferansê de bê dayîn wiha ne:

 Îdeolojiya DAÎŞ’ê û dîroka wê

Komên redîkal ên DAÎŞ’ê û têkiliyên wê yên bi AKP’ê re

Stratejiya DAÎŞ’ê ya li ser qetlîam û sûcên şer hatine pêşxistin

Qetîlanên DAÎŞ’ê yên li Şengal û Kobanê

Li dijî terora DAÎŞ’ê felsefeya netewa demokratîk

Rêbaz û teknîka DAÎŞ’ê bikar anî

Taktîkên şerê derûnî ya DAÎŞ’ê û rêbazên bandorkirina komên din ên redîkal

Têkiliyên leşkerî û siyasî yên di navbera dewleta Tirk û DAÎŞ’ê de

Rola têkoşîna YPG,YPJ û QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê

Armanc û êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser çand û dîroka gel û baweriyên li herêmê

Di modela DAÎŞ’ê de c ihê jinê

Li dijî çêkera DAÎŞ’ê ya yekparêzî, mînaka pirrengî ya sîstema Xweseriya Demokratîk

Li djî pratîka Îslamî ya redîkal a DAÎŞ’ê, pêşniyara Îslama Demokratîk

Çavkaniyên fînasî yên DAÎŞ’ê

Siyaseta talan û ganîmetê ya DAÎŞ’ê bikar anî

Di rewşa heyî de aboriya civakî

Qirkirina giştî ya jinê ya DAÎŞ’ê û tinedîtina jinê

Têkoşîna jina azad a li dijî hişmendiya DAÎŞ’ê

Binpêkirinên mafê mirovan ên DAÎŞ’ê

Çeteyên DAÎŞ’ê yên hatine girtin, li gorî hiqûqa navneteweyî bên dadgehkirin

Dadgehkirina kes, sazî û organîzasyonên ku destek dane DAÎŞ’ê

Li dijî DAÎŞ’ê têkoşîna siyasî, leşkerî, aborî, hiqûqî, civakî û dînî .