Jinên Êzidî yên hatin rizgarkirin radestî Meclîsa Şengal hatin kirin

Mala Êzidî ya Hesekê 5 jin û zarokeke 13 salî yên ji aliyê QSD’ê ve ji çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn rizgarkirin, radestî Meclîsa Şengal û Wexfa Jinan a Êzidiyan kirin.

Mala Êzidî ya Hesekê jinên bi navên Serab Nayîf Îsa, Leyla Xelef Filîd, Ezîze Şemo Xelef, Hediye Elî Hecî û Qismet Mihemed û dîsa zaroka bi navê Qasim Evdo yê 13 salî ji aliyê QSD’ê ve ji destê DAÎŞ’ê hatibûn rizgarkirin radestî Meclîsa Şengal û Wexfa Jinan a Êzidiyan kirin. Rêveberê Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê Mehmûd Reşo spasiyên xwe pêşkêşî hêzên ku jin û zarok rizgar kirine, kir.

Alîkara Seroka Wexfa Jinan a Êzidî Rîhan Hesen jî spasiya hêzên ku kirin jin û zarok bigihêjin malbatên xwe. Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Ebdilxenî Oso destnîşan kir ku heta hemû Êzidî rizgar bibin wê kar bikin.