Eniya şoreşger şehîdên 25'ê Hezîranê bi bîr anî

Eniya şoreşger a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmekê şehîdên 25'ê Hezîranê bi bîr anî.

Merasîm li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo bi deqeyeke rêzgirtin ji bo pekrewanan dest pê kir. Piştre bi zimanên Erebî, Kurdî û Tirkî daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em îro bi şopdariya rêya yek ji pêşengên avaker ê partiya me THKP-C'yê Huseyîn Cevahîr li vir kom bûne. Beriya vê bi 49 salan, beriya şehadeta xwe ya di 1'ê Hezîrana 1971'ê de Huseyîn Cevahîr ji bo xebata xwe ya bi navê 'Rapora Anatolyaya Rojhilat' amade bike Amedê û Bedlîsê bihust bi bihust geriya û bi têkiliyên rûbirû yên bi gelê Kurdistanê yê kedkar re, bi jin û ciwanan re pêk anî, bi pirsgirêkên gelê Kurd re mijûl bû û rapora xwe amade kir.

Di wan salan de hebûna gelê Kurd ku niha faşîstên herî tund jî nikare inkar bike dibû mijara nîqaşê û kesî newêrîbû hebûn û tunebûna gelê Kurd nîqaş jî bike. Di heyameke wiha de Huseyîn Cevahîrê Dersimî rêya ku divê were şopandin nîşanî me hevrêyên xwe kiribû. Em jî hewl didin li gorî vê rêya ku rêberên me û Partiya me ji me re vekiriye tevbigerin. Û em, ji bo ku vê rêyê nîşanî me dane her tim spasdarê wan in.

Bêguman em dizanin ku ev reyeke zehmet e; hin kes ji vê reyê vegeriyane, hin kes weke findekê vemirîne. Lê ligel hemû zehmetiyan hin kes hene ku bi biryar xeta rast dişopînin, bi wêrekî şer dikin û şehîd jî dikevin. Me xeta şoreşger a Eniya Partiyê û şehîdan şopand; me xeta Tamer Arda, Atîlla Ermûtlû û Cevahîrê Dersimî şopand; em şopdarên şehîdên Hezîranê û Mahir Arpaçay û Alper Çakas in ku xwêdana xwe, xwîna xwe dane şoreşa Rojava. Belê, em di heman rêya ku pêşengê me Mahir Çayan nîşanî me daye de dimeşin. Rêya me rêya şehîdên şoreşê ne.

Û di dawiyê de em dîsa didin xuyanîkirin ku em şopdarên armancên şehîdên Hezîranê ne. Huseyîn Cevahîr di Rapora Rojhilatê Anatolyayê de hişyariyeke dîrokî ji bo şoreşgerên herdu welatan kiribû. Em ê bi wê hişyariyê dawî li axaftina xwe bînin:

'Emperyalîzm li Rojhilata Navîn plana xwe bilez dixe meriyetê; dijminahiyê dixe nava gelan, têkoşîna wan parçe dike û hewl dide xincerê li pişta vê têkoşînê bixe. Xala herî girîng ev e… Şoreşgerên Kurd û Tirk, hemû welatparêz divê mil bi mil xebatê bikin, divê li hemberî dijminê sereke emperyalîzmê têbikoşin û hişyar bin".

Piştî daxuyaniyê li ser navê Tevgera Guhertin ya Demokratîk Elî Sead axivî û got, "Şehîd ji bo me bûn fermandar di dilê her cebheyên şer de, em jî soza berdewamiya xeta wan didin".

Piştre li ser navê nûnertiya Saziya Yekîtî û piştgiriya Gelan Berîtan Asiya jî got, "Îro bi hezaran şehîdên ku nirxa şoreşa çar perçeyên Kurdistanê afirandin em wan bi hirmetî bi bîr tînin."

Piştre sînevîzyon li ser jiyana şehîdên Eniya Şoreşger hate nîşandan.

Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.