ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Dibe ku êrîşeke giran dest pê bike
QSD'ê ragihand, liv û tevgera li xeta sînor a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û agahiyên ji herêmê tên wergirtin nîşan didin, ku dewleta Tirk wê li herêmê dest bi êrîşeke berfireh bike. -
Artêşa Tirk leşkeran ber bi herêma baregehan ve vediguhezîne
Artêşa Tirk bi otobusan leşker, cebilxane û wesayitên zirxî veguhest baregeha xwe ya li herêma Babê. -
Hevseroka MSD’ê: Em ji diyalogên bi gelê Sûriyeyê re amade ne
Hevseroka MSD’ê Umer di çalakiya mertalên zindî ya Girê Spî de axivî û got ku “Tirkiye dixwaze krîza li Sûriyeyê ji xwe re bike firsend.” -
Artêşa Tirk gundên Şerayê bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan topan diavêjin gundên Şerayê. -
Rêveberiya Xweser: Dagirkerî wê ji bo sivîlan bibe bobelat
Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî dan ku dagirkeriyeke pêkan a dewleta Tirk ji hêla sivîlan ve wê bibe bobelatek û her kes wê di bin vê de bimîne. -
Bi hezaran kes li ser sînorê Serêkaniyê çalakiyê dikin
Li bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran kes çalakiya mertalên zindî dikin. -
Xaziyên şer ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan
Xaziyên şerê li dijî DAÎŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan. -
'Erdogan dixwaze tola têkçûna xwe ya sala 2012'an hilîne'
Erdogan di salên 2012-2013'an de ketibû pey xewn û xeyala dagirkirina Sûriyeyê û Serêkaniyê jî weke gava xwe ya destpêkê ya ji bo pêkanîna vê armanca xwe didît. Ji berxwedêrên wê demê Îbrahîm Sîno qalê kir ku ew xewn çawa li Erdogan herimî. -
Meşa li Kobanê: Tekane rê berxwedan e
Gelê Kobanê bi meşekê re gefên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. -
Tirkiye li Sûriyeyê ji nav Fermana Peywira Hewayî hate derxistin.
Pentagonê eşkere kir ku Tirkiye li Sûriyeyê ji nav FermanaPeywira Hewayî hate derxistin. -
Rêveberiya Xweser: Em ê cih li gel hêzên parastinê bigirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li hemû pêkhate û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên derveyî Sûriye kir ku berê xwe bidin herêmên li ser sînor û li dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê bisekinin. -
100 rêxistinên mafê mirovan daxuyaniyek hevpar dan
100 rêxistinên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin, bal kişandin ku wê êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê rê li ber felaketeke mirovî veke û çi dibe bila bibe wê mafê mirovan biparêzin. -
Pentagon: Em piştgiriyê nadin operasyonê
Wezareta Parastinê ya DYE’yê diyar kir ku ew ê piştgiriyê nedin operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. -
Trûmp: Heke Tirkiye êrîş bike ez ê aboriya wê hilweşînim
Serokê DYE’yê Donald Trûmp derbarê gefên Tirkiyeyê yên ji bo êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava got ku “Heke Tirkiye êrîş bike, ez ê aboriya wê hilweşînim.” -
MSD: Divê gelên Sûriyeyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku heke dewleta Tirk êrîş bikê wê li herêmê krîzeke mirovî pêk were û bang li gelên Sûriyeyê kir ku bila berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bînin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Bînê yê Şêrawa bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topan diavêjin gundê Bînê yê Şêrawaya Efrînê. -
Dayikên Rojava: Em ê zarokên xwe bi tenê nehêlin
Dayikên ku zarokên wan di nav refên QSD’ê de ne diyar kirin ku ew ê zarokên xwe li eniyên şer bi tenê nehêlin. -
Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan
Li gelek bajarên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî gefên dagirkeriya dewleta Tirk bi deh hezaran kes daketin qadan. -
Li Raîyê di du teqînan de 12 çete birîndar bûn
Li Raîyê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di du teqînên cihê de 12 çete birîndar bûn. -
Malbatên şehîdan li Şehbayê meşeke girseyî kirin
Ji ber ku rêveberiya xweser a bakûrê sûriyayê tevlî komîteya destûra bingehîn nabe malbeta şehîdan ev biriyar bi meşeke girseyî şermezar kirin. -
Gelê Tirbespiyê li dijî dewleta Tirk a dagirker meşiya
Li bajarê Tirbespiyê yê Kantona Qamişloyê bi hezaran kes li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan. -
Ji HRE'yê daxuyanî
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê hewldanên êrîşê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û çalakiyên hêzên wan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
QSD: Ji bo parastinê em ê kêliyekê jî ranewestin
Fermandariya QSD'ê destnîşan kir ku ji bo parastina xwe wê kêliyekê jî ranewestin û bang li hemû pêkhateyan kir, ku li gel hêzên xwe parastina welatê xwe bikin. -
HPC'î: Mîna doh em îro jî ji berxwedanê re amade ne
Hêzên Parastina Civakî (HPC) li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji berxwedanê re amade ne. Endamên HPC'ê diyar kirin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. -
Hêzên koalîsyonê ji sînor vedikişin
Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji sînorên Girê Spî û Serêkaniyê vedikişin.