Hevseroka MSD’ê: Em ji diyalogên bi gelê Sûriyeyê re amade ne

Hevseroka MSD’ê Umer di çalakiya mertalên zindî ya Girê Spî de axivî û got ku “Tirkiye dixwaze krîza li Sûriyeyê ji xwe re bike firsend.”

Li kantona Girê Spî 3 konên çalakiya mertalên zindî hatine vedan, yek li taxa El-Munbetih, ya duyem li gundê El-Refa û ya sêyam li gundê Nis Til ê rojhilatê Girê Spî.

Di bin konê çalakiya mertalên zindî de ya ku duh li taxa El-Munbetis hatiye vedan, bi sedan ji şêniyên Kobanê, Minbic, Reqa û Tebqayê kom bûn û li hember sînorên herêmê bi Tirkiyê re sekinin û sloganên `Bijî biratiya gelan`, `Ji dagirkeriya Tirk re na` û `Bi can û bi xwîn em bi te re Sûriyê` berz kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Partiya Pêşeroja Sûriyê ya herêma Firatê Kedîm Îbrahîm axivî û diyar kir ku hemû pêkhateyên herêmê îro kom bûne ji bo ku ji gefên Tirkiyê re bêjin na û ji diyalog, aştî, biratiya gelan û jiyana hevpar bêjin erê.

Îbrahîm wiha domand: "Erdogan di gefên xwe de diyar kir ku tenê du berbijark hene. Yan hûnê bê rûmet bijîn yan jî hûn ê binax bibin. Bersiva me jî diyar e yan diyalog yan jî cîrantiya baş û parastina têkiliyan di navbera gelê Sûriyê û Tirkiyeyê de yan jî berxwedan û parastina ax û rûmetê."

HEVSEROKA MSD’Ê: TIRKIYE DIXWAZE SÛDÊ JI KRÎZA SÛRIYEYÊ WERBIGIRE

Hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk, Emîne Umer axivî û destnîşan kir ku di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de gelek komplo li ser serê Sûriyeyê hatin plankirin û Sûriye veguherî qada şer ji hêzên herêmî û navdewletî re.

Emîne wiha domand: "Tirkiyê yek ji dewletên ku aloziya Sûriyê bi kar aniye ye. Ji destpêkê ve şêwazek kirêt bi kar tîne û civaka navdewletî alîkariya wê di dagirkirina herêmên Sûriyeyê de dike."

Emîne destnîşan kir ku hikumeta Sûriyê li hember gefên Tirkiyê nelivî û heta niha bêdeng maye mîna ku dema Efrîn, Bab, Cerablus û Ezaz hatin dagirkirin. Ev bêdengî rê dide Tirkiyê ku herêmên din ji Sûriyê dagir bike."

Emîne Umer gefên Tirkiyê şermezar kir û got her mudexeleyek wê li ser tevahiya axa Sûriyê xeter be û wê tevahiya rêyên çareseriya aştiyane ya aloziyê qels bike. Di encamê de wê tevliheviyek çêbibe û wê DAIŞ sûd jê bigere.

Emîne banga hevgirtina şêniyan ji bo têkbirina planên Tirkiyê kir û bang li NY`yî kir ku Tirkiyê rawestîne.

MECLÎSA SIVÎL A MINBÎCÊ: HERÊMÊN ME EWLE NE

Ji Minbicê jî bi dehan kes tev li çalakiyê bûn. Bi navê Meclisa Sivîl a Minbic û gundewarên wê Mihemed Elî Ebo axivî û got: "Em ji Minbicê hatine da ku piştgiriya xwe bi şêniyên xwe yên li Girê Spî re ragihînin û peyamekê bidin Tirkiyê û jê re bêjin: heke ku herêmeke ewle dixwaze, herêmên me ewle ne. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya şehîdên wê û îradeya gel ewle ne. Bi hevgirtina xwe em ê herêmê li pêşiya her destwerdaneke Tirkiyê bikin pêteke agir."

Mihemed Elî Ebo bêdengiya civaka navdewletî rexne kir" Bi yekitî û pirengiya xwe em ê berxwedanê biafirînin. Sûriya xaka berxwedanê ye, bila Erdogan li dîroka Sûriyê ya berxwedêr vegere, çawa pêşeyên me Osmanî têk birin em ê jî neviyên wê têk bibin."

MIHEMED ŞAHÎD: EM NABIN KOLEYÊN TU KESÎ

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn jî diyar kir ku dewleta Tirk sedema kûrkirina aloziya Sûriyê ye, bi hemû hêza xwe ya siyasî ya qirêj hewl dide beşek mezin ji xaka Sûriyê dagir bike. Şahîd got: "Ji niha û şûnde em nabin kole û leşkerên ti kesî. Me mirovahî ji terorê rizgar kir, cîhan hemû deyndarê me ye.”