ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li eniya Girê Spî bîlançoya 13’ê Cotmehê
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê şerê li Girê Spî yê di 13’ê Cotmehê de bîlançoyek weşand. -
Yekîtiya Ragihandina Azad qetlîama li Serêkaniyê şermezar kir- NÛ BÛ
Yekîtiya Ragihandina Azad qetlîama dewleta Tirk a roja Yekşemê li Serêkaniyê li dijî konvoya ku sivîl û rojnamevan li xwe digirt şermezar kir. -
Şêniyên Girkê Legê pêşwaziya cenazeyê ‘dayika Eqîde’ kir
Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarên wê cenazeyê ‘dayika Eqîde’ ku di encama bombebarana dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî karwanê sivîlên li Serêkaniyê de şehîd bûbû, pêşwazî kir. -
Şervana YPJ'ê: Serketin wê ya me be
Şervaneke YPJ'ê ya li eniya Eyn Îsayê destnîşan kir, ku êrîş çiqasî giran be û ji aliyê kê tê kirin bila bê kirin ew ji têkoşîna xwe venagerin û serketin wê ya wan be. -
Şervanên YPJ'ê bi çekên giran li dagirkeran dan
YPJ'ê bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakiyek kirin. Di encamê de gelek ji leşker û çeteyên Tirk mirin. -
Kongreya Star: Dawiya Erdogan hat!
Kongreya Star got, ''Ev pêvajoya dawî, ferfitîne dawî ya Erdogan e. Beriya ku biçe serî li talan û rêyên qirkirinê dide.'' Di daxuyaniyê de hate gotin gel heta dawî wê li ber xwe bidin. -
Berxwedêrên Serêkaniyê: Ev şerê man û nemanê ye
Şervanên ku li Serêkaniyê li dijî dagirkeriya Tirk berxwedaniyeke bêhempa didin, gotin, ev şerê manûnemanê ye, bang kirin ku divê Kurd hemû rabin û li ber xwe bidin. -
'Em ê xaka xwe neterikînin'
Kesên ku di êrîşa dewleta Tirk de ya li Serêkaniyê birîndar bûn, hêrsa xwe li dijî dagirkerî û qirkeriyê nîşan dan. -
'Li pêş çavên dinyayê bombe li sivîlan barandin'
Mîhrîcan Newaf Silêman ku ji êrîşa dewleta Tirk a li Serêkaniyê bi birîndarî rizgar bû, diyar kir ku Erdogan li pêş çavên dinyayê bombe li sivîlan barand. -
Navê 11 kesên din ên li Serêkaniyê birîndar bûbûn eşkere bûn
Navê 11 kesên din ên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Serêkaniyê de birîndar bûbûn eşeker bûn. Di nava birîndaran de 2 xebatkarên Stêrk TV jî hene. -
Şer bi dijwarî li Serêkaniyê didome
Şerê piştî bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a li Serêkaniyê û şûnde derketibû, bê navber dewam dike. -
Artêşa Tirk li tîma tenduristiyê da
Artêşa Tirk a dagirker bombe li wesayîteke ya tîma tenduristiyê ya ku birîndar radikirin barand. Hate ragihandin ku şehîd û birîndar hene. -
Rêveberiya Xweser: Ji bo ewlehiya sînor me û Sûriyeyê li hev kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ji bo hikumeta Sûriyeyê peywira xwe ya ewlehiya sînor pêk bîne, bi wan re peymanek hatiye çêkirin. -
Bavê Seed: Çavê wî diqiriya
Şêxmûs Ehmed ê ku bavê rojnameger Seed Ehmet e yê di qetlîama Serêkaniyê de hate qetilkirin, got ku “Çavê wî yê ku rastî diqiriya, min bi destê xwe girt.” -
Navê 9 birîndarên li nexweşxaneya Hesekê eşkere bû
Dewleta Tirk li Serêkaniyê êrîş kiribû. Navê 9 birîndarên di vê êrîşê de diyar bû. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta înternetê hate birîn
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta înternetê hate birîn. Ajansa Nûçeyan a Hawarê a niha nikare weşanê bike. -
Kesên sivîl bi hevkariya Koalîsyonê hatin qetilkirin
Nûçegîhanê ANF’ê Ersîn Çaksû agahiyên dawîn ên qetlîama Serêkaniyê diyar kir. -
Şehîd Hevrîn û şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û gelek şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê hatin veşartin. -
QSD: Hedefa Tirkiyeyê qirkirina etnîk e
Fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê qetlîama li Serêkaniyê daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiye li pêş çavê cîhanê dixwaze gelên herêmê qir bike. -
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li berxwedanê derdikevin
Gel ji deverên cuda yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwedî li berxwedana Serêkaniyê derbikevin ketin ser rê. -
DYE leşkerên xwe vedikişîne, gefa zextan hate kirin
Şefê Pentagonê Mark Esper diyar kir ku hezar leşkerên Emerîkî yên li Bakurê Sûriyeyê ne, wê bi fermana Serokê DYE’yê Donald Trûmp xwe vekişînin. -
Nûçegihanê ANHA’yê Ehmed li Serêkaniyê şehîd bû
Nûçegihanê ANHA’yê Seed Ehmed di êrîşa artêşa Tirk a li Serêkaniyê de şehîd bû. 4 rojnamevan jî birîndar bûn. -
Xelkê Efrînê bi meşeke girseyî dagirkerî şermezar kirin
Li Gundê Til Qereh ya Herêma Şehbayê bi hezaran welatiyên Efrînî yê ku li gund û navçeyên Şehbayê bi cih bûne, bi hêrseke mezin ji bo ku êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşeke girseyî şermezar kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker sivîlan qetil dike-NÛ BÛ II
Dema ku konvoyek ji Cizîrê diçû Serêkaniyê artêşa Tirk a dagirker li wan de. Gelek kes şehîd û birîndar bûn. -
QSD`ê nasnameyên şehîdên Berxwedana Dîrokî eşkere kir
QSD`ê nasnameyên 12 şervanên Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriyê û 2 şervanên ku li Dêra Zorê şehîd bûbûn, eşkere kirin.