Trûmp: Heke Tirkiye êrîş bike ez ê aboriya wê hilweşînim

Serokê DYE’yê Donald Trûmp derbarê gefên Tirkiyeyê yên ji bo êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava got ku “Heke Tirkiye êrîş bike, ez ê aboriya wê hilweşînim.”

Serokê DYE’yê Donald Trûmp derbarê gefên Tirkiyeyê yên ji bo êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava li ser twîtterê daxuyaniyek da û got “Wekî ku min berê jî gotibû ez dubare dikim. Heke Tirkiye derkeve derveyî sînorên zanatiya min, ez ê aboriya wê hilweşînim (Min berê jî ev kiribû)”

SENATOR LÎNDSEY GRAHAM: HEKE ÊRÎŞ BIKE WÊ AMBARGO WERE ROJEVÊ

Senatorê Komarparêz ê DYE’yê Lîndsey Graham ê ku nêzî Trûmp e wî jî got ku “Heke Tirkiye êrîşî Sûriyeyê bike, em ê li ser wan ambargoyê bidin destpêkirin. Heke Tirkiye êrîşî Kurdan bike yên ku ji bo qedandina DAÎŞ’ê alîkarî dabûn DYE’yê, em ê bang bikin ku bila endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê were betalkirin.”

Graham got ku “Heke em dev ji mutefîkên xwe yên Kurd berdin û em Sûriyeyê ji Rûsya, Îran û Tirkiyeyê re bihêlin wê ev tişt bi kêrî îslamîstên tund were.”