Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan
Li gelek bajarên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî gefên dagirkeriya dewleta Tirk bi deh hezaran kes daketin qadan.
Li gelek bajarên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî gefên dagirkeriya dewleta Tirk bi deh hezaran kes daketin qadan.
TIL HEMÎS
Îro bi hezaran şêniyên navçeya Til Hemîs a Qamişlo ya herêma Cizîrê, endamên meclîsa navçeyê û saziyên wê, meclîsên şaredariyan û rûspî li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan.
Xwepêşandêran sloganên li dijî hewldanên dagirkirinaTirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re berz kirin û gotin "Gelê Sûriyeyê yek e, na ji êrîşên Erdogan re."
Meş li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Li ser navê gelê navçeya Til Hemîsê bavê şehîd Xalid axivî û gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got bi navê meclîsa navçeya Til Hemîsê, saziyên navçeyê, rûspî û zarokan ew gefên Tirkiyê red dikin.
Mihemed Xilêwî wiha anî ziman: "Bi navê vî gelî em gefên Tirkiyê şermezar dikin, me li vê herêmê ne li dijî zagonên navdewletî û ne jî li dijî ewlehiya cîhanê şer kiriye. Tenê me ev herêm ji terorê rizgar kir da ku bi rûmet û azad bijîn, ev jî bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan e."
Bi navê eşîra Şerabîn a li herêma Til Hemîsê Abdulxaliq Abdullah jî axivî û gefên dewleta Tirk şermezar kirin û got: “Dîroka Tirkiyeyê jixwe reş e, teror derbasî herêma wan kir, Sûriyeyê tarûmar kir. Tirkiye naxwaze gel bi vîna xwe bijîn.”
GIRÊ SPÎ
Li dijî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şêniyên kantona Girê Spî ber bi sînorê Tirkiyeyê ve meşiyan û li herêmên cuda li dijî gefên Tirkiyê rawestiyan.
Şênî li gundê beramberî sînorê Tirkiyê zincîrên mertalên zindî çêkirin û gefên Tirkiyê şermezar kirin.
Paşê şêniyan meşa xwe heta gundê Nis Til berdewam kir û li wir jî mertalên zindî beramberî baregehên Tirkiyeyê yên li ser sînor çêkirin, her wiha li taxa Minbeteh a bajarê Girê Spî jî beramberî sînorê bi dewleta Tirk re mertalên zindî çêkirin.
Gelê Girê Spî piştî hêzên Amerîkayê ji sînorê Serêkaniyê vekişiyan û dewleta Tirk gef li herêmên Sûriyeyê xwar, daketin qadan.
DÊRIK
Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê ji hemû pêkhateyan herikîn Qada Azadî ya bajêr, da ku dijî gefên dewleta Tirk bimeşin.
Di meşê de partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, şêniyên herêmê ji hemû pêkhate û olan beşdar bûn. Meşî ji Qada Azadî dest pê kir û di sûka navendî û kolanên sereke re geriya.
Hevserokê meclîsa navçeya Dêrikê Sahêb Osman piştî meşê axivî û wiha got: "Na ji faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê re. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gefên Tirkiyê re bê deng namînin, ji ber ku di tunekirina DAIŞ`ê û komên çeteyan de bi hezaran şehîd dan."
Osman wiha domand: "Dîroka dagirkeriya Tirkiyê bi hovîtiya xwe zelal e, divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê refên xwe bikin yek, têkoşîna xwe li dijî van gefên Tirkiyê bilind bikin."
Paşê endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Şûkrî Hemo axivî û got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rihekî bilind li ser sînor li dijî dagirkeriya Tirk û gefên wê li qadan bi hev re disekinin. Divê hemû gel, pêkhate û partiyên siyasî li pişt hev bisekinin û heta serkeftinê li ber xwe bidin."
GIRKÊ LEGÊ
Li Girkê Legê bi hezaran şêniyên navçeyê û gundewarên wê li Qada Şehîd Xebat kom bûn.
Di meşê de bi hezaran şêniyên navçeyê û gundewarên wê ji hemû pêkhateyan, nûnerên siyasî û rêxistinên civaka sivîl amade bûn.
Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û ber bi navenda navçeyê ve çû. Şênî li navenda bajêr kom bûn, paşê endama rêveberiya Kongreya Star Melîha Ebdellah axivî û wiha got: "Dewleta Tirk bi salan e hewl dide gelê Kurd qir bike û îradeya wê têk bibe." Her wiha îşaret bi desteka Tirkiyê ji komên çete re li Sûriyeyê kir.
Hevserokê meclîsa navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl jî axivî û wiha got: "Banga me ji gelê me re ye ku gelê me bi sedan salan li ber xwe da û dê têkoşîna xwe dewam bike. Tenê rêyek li pêşiya me heye, ew jî ku em parastina rûmet û azadî û xaka xwe bikin."
TIL KOÇER
Li navçeya Til Koçer bi sedan ji şêniyên navçe û gundewarên wê derketin meşa şermezarkirina gefên dagirkeriyê.
Meş ji navenda bajêr dest pê kir û şêniyan dirûşmên şermezarkirina gefên Tirkiyê berz kirin.
Beşdarên meşê li navenda navçeyê kom bûn, paşê hevserokê meclîsa navçeyê Newaf Xidan axivî û wiha got: "Tirkiye hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, lê îradeya me li ser her tiştî ye. Li ser hêza Tirkiya dagirker e. Me saziyên xwe ava kirin û divê em alîkariya her kesî bikin da ku parastina wan desteftiyan bikin."