Meşa li Kobanê: Tekane rê berxwedan e
Gelê Kobanê bi meşekê re gefên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir.
Gelê Kobanê bi meşekê re gefên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir.
Bertekên gel ên li dijî dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Bi hezar şêniyên kantona Kobanê li qada Jina Azad a navenda bajar kom bûn û gefên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin.
Şênî ji qada Jina Azad heta qada Aştî ya nêzî deriyê sînorê bi Tirkiyê re meşiyan.
Di meşê de wêneyên şehîdan û pankartên "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in", "Dagirkeriya Tirkiyeyê hebûn û çanda Kurdan tine dike", "Ji bo Rojava serî hildin û ji Osmaniya nû re na" hatin hildan.
Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Êto xwepêşandêr muxateb girt û got: "Ev sekna we peyameke girîng diyar dike, hûn bangewazên aştiyê ne û dixwazin nirx û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin."
Êto îşaret bi gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze bi milyonan gelê Sûriyeyê koçber bike mîna ku bi serê Efrînê de anî. Êto anî ziman ku "Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê herêmê rê nedin hêzên wehşî ku jiyana wan xirab bike."
Mustefa Êto got, tekane berxwedan rêya wan a parastina destkeftiyan û bang li civaka navdewletî kir ku erka xwe ya mirovî li hemberî gefên Tirkiyê pêk bîne, her wiha dive cîhan û gelên li her çar parçeyên Kurdistanê Ii dijî Tirkiyê rabin serhildanan.