Yek ji deverên sereke ku dewleta Tirk dixwaze dagir bike bajarê Serêkaniyê yê Rojava ye. Serêkaniyê dibe ku yek ji deverên sereke ye, ku polîtîkaya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a der barê Sûriyeyê li wê deverê xitimî.
Dema ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, Erdogan ket pey xewna nimêja li 'Mizgefta Emevî' û ji bo vê dagirkeriyê jî destpêkê çavên wî li Serêkaniyê birî.
Erdogan di sala 2012'an de Artêşa Sûriyeya Azad û Cephet El Nûsra ku baskê El Qaîdeyê ye li Serêkaniyê ceriband. Lê belê li Serêkaniyê gelekî rêxistinbûyî dît û dibe ku têkçûna xwe ya destpêkê ya li Sûriyeyê li vî bajarî dît.
ÇAR ÊRÎŞÊN MEZIN Û ÇAR TÊK ÇÛN
Li vî bajarî ku paytexta Mîttaniyan Waşokanî, Serêkaniya Kurdan ku gelê Ereb jê re Rasûlayn dibêje, komek ji mirovên ji xwe bawer çar êrîşên Erdogan û çeteyên wî yên salên 2012 û 2013'an têk birin. Bajar di sala 2014'an de jî bû ew dever ku derba herî mezin li DAÎŞ'ê hate xistin.
Li Serêkaniyê Kurd, Ereb, Suryanî, Çeken, Tirkmen, Ermenî û Kurdên Êzidî bi hev re dijîn. Êrîşa destpêkê ya çeteyên rejîma Erdogan a li dijî Serêkaniyê di 8'ê Mijdara 2012'an de pêk hat.
Piştre di 19'ê Kanûna 2012'an de, di 16'ê Çileya 2013'an û di 16'ê Tîrmeha 2013'an de çeteyên Erdogan careke din şensê xwe ceribandin û li pêşberî berxwedana gel têk çûn.
HEWLDANA DAGIRKERIYÊ YA PIŞTÎ CIVÎNA DÎLOKÊ
Yekîneyên Xweparastinê (YXK) ku hêza destpêkê ya parastinê ya Rojava bû û gel bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. Ji berxwedêrên wê demê Îbrahîm Elî Sîno ji ANF'ê re qala wê demê kir.
Sîno anî ziman ku beriya êrîşan bi komên li bajêr re li hev hatibû kirin, lê belê çeteyan piştî civîna bi rayedarên Tirk re ya li Dîlokê, bi çekên giran hewl dan êrîş bikin û diyar kir, wan îdîa dikirin ku li dijî rejîmê şer dikin, lê çawa ketin nava bajêr yekser êrîşî Kurdan kirin.
Sîno got, "Me nedixwest şer rû bide, lê belê me tedbîrên xwe wergirtin" diyar kir, piştî ku çeteyan malên Kurdan û gel hemûyan talan kirin û êrîş kirin ew jî ketin nava liv û tevgerê.
Sîno diyar kir ku Abîd Xelîl ku wê demê Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê bû di dema hevdîtinên navbeynkariyê de hate qetilkirin û ji ber vê yekê jî şerê destpêkê rû da. Sîno got, piştre di encama şer de hema bêjin temamiya bajêr kete destê çeteyan.
BERXWEDANA DESTANÎ YA JI 35 KESAN
Sîno qala wê demê kir: "Di destê me de tenê girtîgeh û herêma pîşesaziyê mabû. Em bi giştî 35 kes bûn. Em 13 kes li girtîgehê diman, hevalên din jî li herêma pîşesaziyê bûn. Bi me re çekên giran nebû. Tenê tivingên nêçirvaniyê hebûn, çend kalaşnîkov, BKC'yek û bîsvîngeke me (RPG-7) hebûn. Mesela qontaxa çeka min nebû, gelek ji me şarjorên wan jî nebû û me fîşek dixistin goreyan û bi ber xwe ve girê didan."
BERXWEDANA GEL
Sîno diyar kir ku tevî hemû bajar kete destê çeteyan îradeya wan xurt bû û piştre ji girtîgeh û herêma pîşesaziyê ji du baskan ve ketin nava liv û tevgerê û bajar gav bi gav rizgar kirin. Sîno ragihand, gel bi xurtî piştevaniya wan kir, mirovên sivîl ref bi ref tevlî berxwedanê bûn û got, "Mesela dema ku me Navenda Çand û Hunerê azad kirin, hema bêjin şervanên li wê deverê hemû xebatkarên Navenda Çand û Hunerê bûn. Me bajar qonax bi qonax ji çeteyan, ji dagirkeriya çeteyan rizgar kirin."
RÊYA SERKETINÊ: ÎRADE Û RÊXISTINÎ
Îbrahîm Elî Sîno ji bo şerê li Serêkaniyê got, "Eger mirov xwedî îrade û rêxistinbûyî bin hingî nepêkane ku bi ser nekeve" û diyar kir, "Hêza me ya herî mezin gelê me ye. Erdogan li dijî me gelek caran rêxistinên çete bi kar anî, lê hemû jî li pêşberî îradeya gelê me yê rêxistinbûyî têk çûn. Niha hewl dide bi van gefan tola têkçûna xwe ya sala 2012'an hilîne. Lê belê eger şaşitiyeke wiha bike wê vê carê dawiyê li xwe amade bike. Ji ber ku me çav bernedane xaka kesî û em dixwazin li xaka xwe bi rengekî aram bijîn. Gelê me çeteyên Erdogan qebûl nake, gelê me Erdogan jî qebûl nake."
Herî dawî destnîşan kir ku eger êrîşa dagirkeriyê bê kirin wê careke din li ber xwe bidin, teslîmiyetê ti carî qebûl nekin û di serî de Bakurê Kurdistanê bang li hemû parçeyên din ên Kurdistanê kir ku bêdeng nemînin.