QSD: Ji bo parastinê em ê kêliyekê jî ranewestin

Fermandariya QSD'ê destnîşan kir ku ji bo parastina xwe wê kêliyekê jî ranewestin û bang li hemû pêkhateyan kir, ku li gel hêzên xwe parastina welatê xwe bikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî vekişandina hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Tevî karê me da ku operasyonên leşkerî bi Tirkiyê re çênebin û nermbûna me ji bo avakirina mekanîzmaya ewlehiya sînor û pêkanîna erkên li ser milê me dikevin, lê hêzên Emerîkayê erkên xwe pêk neanîn û hêzên xwe ji herêmên sînorê bi Tirkiyê re vekişandin. Niha jî Tirkiye amadekariya operasyona dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Ev operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bandoreke neyînî ya mezin li şerê bi çeteyên DAIŞ`ê re bike, her wiha wê xebata salên çûyî ji bo îstiqrarê jî têk bibe.

Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kêliyekê ji bo parastina xwe ranawestin. Em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê yên Ereb, Kurd, Suryan û Aşûr dikin ku xwe bikin yek û li kêleka hêzên xwe yên rewa bisekinin da ku parastina welatê xwe ji êrîşên Tirkiyê bikin."