ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Di roja 3’an de 118 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê êrîşên dagirker û berxwedana li hemberî wê daxuyanî da. -
Derbarê girtîgeha ku endamên DAÎŞ’ê tê de bû daxuyanî hate dayîn
Fermandariya Giştî ya Hêzên Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê daxuyanî da. Endamên DAÎŞ’ê di vê girtîgehê de bûn û êrîş lê hatibû kirin. -
Li Serêkaniyê şer giran e
Nûçegihanê me Ersîn Çaksû ku ji navenda bajarê Serêkaniyê radigihîne, diyar kir ku daxuyaniyên dewleta Tirk ên dibêjin ku wan bajar bi dest xistine derew in. -
Heyeta MSD'ê li Misrê ye
Heyeta bi serokatiya Hevserokê MSD'ê Riyad Dîrar ji bo nirxandina êrîşên dagirkeriyê çû Qahîreyê. -
Rojnamevanên li Serêkaniyê bang li hêzên navneteweyî kirin
Rojnamevanên li Serêkaniyê diyar kirin, ji ber bombardûmana hewayî û bejahî ya ji doh bi şev ve gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ji ber liv û tevgera balafirên şer ew nikarin xwe bigihînin qadên ku sivîl lê hatine kuştin. -
Li Hesekê li pêşiya girtîgeha DAÎŞ’î lê ne teqînek pêk hat
Li navçeya Xiwêran a Hesekê li pêşiya girtîgeha DAÎŞ’î lê ne, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk hat. -
Heyva Sor: Di 3 rojan de 14 sivîl şehîd bûn
Heyva Sor ragihand ku li herêma Cizîrê di nava 3 rojan de 14 sivîl şehîd bûne, 46 sivîl jî birîndar bûne. -
Akif: 70 hezar kesan koç kirin
Berdevkê Daîreya Karên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kemal Akif diyar kir ku ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 70 hezar kesan ji neçarî koç kirine. -
Berxwedana dîrokî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê
Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. -
Gabrîel: Me li Nisêbînê nedaye
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku îddîaya dewleta Tirk a ku digot QSD’ê li Nisêbînê daye derew e. -
‘Dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ aktîf bibe’
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser: DAÎŞ dixwaze ji êrîşên dewleta Tirk sûdê bigire, li bajar êrîşên xwe zêde bike û ji nû ve aktîf bibe. -
Artêşa Tirk ji bo çeteyên DAÎŞ’ê birevin ketiye nava hewldanan
Berxwedana şervanên QSD’ê ya li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 9’ê Cotmehê hatibû destpêkirin dewam dike. -
Şervanan diyar kirin heta encamê bistînin wê li ber xwe bidin
Şervanên YPG û YPJ’ê yên li Serêkaniyê li hemberî artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke mezin dikin. -
Dîmenên ji gundê Eyn Dîwarê
Ji roja ku şer dest pê kiriye û heta niha artêşa Tirk a dagirker li gundê Eyn Dîwarê dide. -
Şehîdên Berxwedana Dîrokî bi merasîmekê spartin axê
Bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê 2 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Dîrokî ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a li Dirbêsiyê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî spartin axê. -
QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir ên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne. -
HRE'yê li Efrîn û Şehbayê li dagirkeran dan
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên Efrîn û Şehbayê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete di 10'ê Cotmeha 2019'an de çalakiyên sabotajê kirin. -
QSD: Di nava du rojan de 262 dagirker hatin kuştin
QSD'ê bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên du rojan û bersiva şervanên wan eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê di nava du rojan de 262 çeteyên dagirker hatin kuştin. Hate ragihandin ku 16 şervanên QSD'ê û gelek sivîl jî şehîd bûn. -
Îmad Meno: Li Serêkaniyê malek jî neketiye dest dijmin
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê Îmad Meno got dagirker dixwazin bajêr bikin nav xelekê, gelek windahiyên artêşa Tirk û çeteyan çêbûye. Meno got li dijî êrîşan berxwedaneke bêhempa tê kirin. -
Şervanekê enternasyonalîst ji Serêkaniyê peyam weşand
Şervanekî enternasyonalîst ên di nava YPG'ê de ye diyar kir ku ew li eniya Serêkaniyê ye û bombardûmaneke giran li wan tê kirin. -
Dîmenên eniya Serêkaniyê
Şervanên QSD'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê bi rengekî bi heybet li ber xwe didin. -
Li Serêkaniyê rewşa dawî: Derbên giran li dagirkeran hate xistin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe yên El Qaîdeyê êrîşên xwe giran kir. Li Serêkaniyê doh bi şev derbên giran li dewlet û çeteyên Tirk hatin xistin. -
Şervanên QSD’ li Serêkaniyê çete dorpêç kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwestin êrîşî gundê UM El-Xêr yê başur rojhilatê Serêkaniyê bikin. Şervanên QSD’ê dor li çeteyan girt û diyar bû di şer de bi dehan çete hatine kuştin. -
Şehîd Ekrem Mihemed bi girseyî hate veşartin
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Ekrem Mihemed ku di encama topbarankirina dewleta Tirk a dagirker de şehid bû bi merasîmeke girseyî veşartin. -
Amûdê: 5 tank hatin teqandin û 6 balefirên keşfê hatin xistin
Yek ji fermandarê QSD’ê Amed Amûdê diyar kir ku li ser sînor wan 5 tankên artêşa Tirk teqandine û gelek çekên çeteyan desteser kirine.