Dayikên Rojava: Em ê zarokên xwe bi tenê nehêlin
Dayikên ku zarokên wan di nav refên QSD’ê de ne diyar kirin ku ew ê zarokên xwe li eniyên şer bi tenê nehêlin.
Dayikên ku zarokên wan di nav refên QSD’ê de ne diyar kirin ku ew ê zarokên xwe li eniyên şer bi tenê nehêlin.
Serokkomarê dewleta Tirk di 5’ê Cotmehê de gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin û asta gefên xwe li herêmê bilind kir.
Li hemberî van gefan, Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) bi daxuyaniyekê bang li tevahî pêkhateyên herêmê bi hemû etnîkên xwe ji Ereb, Kurd, Suryan û Asûr kir ku li hemberî gefên Tirkiyê yekitiya xwe xurt bikin û bi hêzên parastinê yên rewa re bisekinin.
Di vê çarçoveyê de, şêniyên kantona Qamişlo piştevaniya xwe ya ji QSD’ê re aşkere kir.
Bedîa Emîn a dayika şervanekî di nava refên QSD’ê de ye wiha îşaret pê kir: "Em dayik, kêliyekê jî der barê parastinê de ranawestin û piştevanên hêzên xwe yên leşkerî QSD’ê ne. Ciwanên me tevahî herêm ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi saya ciwanên em bi ewle û aramî dijîn." Bedîa wiha diyar kir ku Erdogan gefên êrîşkirin li herêmê û dagirkirina wê dixwe, mîna çawa li Efrîn û herêmên dîtir ên Sûriyê, pêk aniye.
Bedîa wiha lê zêde kir: "Bila Erdogan bizane ku, em ciwanên xwe bi tenê di eniyên şer de nahêlin. Bi madî û manawî dê piştgir bin û xwîna me ji ciwan û welatê me re feda ye."
Munteha Enzî ya ku xwe amade dike berê xwe bide Serêkaniyê da ku beşdarî meşa girseyî bibe wiha got: "Li dijî tevahî gefên li ser xaka me, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ereb, Suryan, Çeçan, Asûr û Kurd yekdest in û mafê me ye ku parastina xaka xwe bikin û li rex hêzên xwe yên leşkerî bisekinin."
Li aliyekî dîtir jî Surya Cuma ya ku xwe amade dike beşdarî meşa girse ya li Serêkaniyê ya şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bibe wiha da zanîn: "Em piştgirê hêzên xwe yên leşkerî dikin. Em li ser xaka xwe dijîn û êrîş tu kesî nekiriye. Lê berovajî wê, banga parastinê ji êrîşên dewleta Tirk dikin û divê civaka navdewletî bêdeng nemîne."