Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Rêveberiya Xweser: Em ê cih li gel hêzên parastinê bigirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li hemû pêkhate û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên derveyî Sûriye kir ku berê xwe bidin herêmên li ser sînor û li dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê bisekinin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser gefên êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyek da û banga berxwedanê li hemû gel û pêkhateyên herêmê kir. Rêveberiya Xweser ev bang kir: “Em bang li tevahiya gelê me yên li hundir û derve dikin ku tevbigerin da ku vê êrîşa bê sedem rawestînin. Her wiha bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên hundir dikin û ji wan dixwazin ku berê xwe bidin herêmên sînor û li rex hêzên berxwedêr ên li Serêkaniyê û Girê Spî bisekinin û helwesta xwe ya berxwedêr ragihînin.”

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş daxuyanî da:

"Pêkhateyên herêmê û gelê me bi neteweyên xwe yên cuda re di dirêjahiya salan de ji bo ku ewlehî û yekîtiya Sûriyê û gel biparêzin li ber xwe dan. Di çarçoveya rêgezên ku şoreşa me li ser wê destpê kiriye de ji bo aştî, demokrasî û ewlehiyê, me zêdetirî 11 hezar şehîd daye. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin pêvajoyek hesas û girîng e ku bi taybet bi dawîbûna DAÎŞ`ê ji aliyê leşkerî ve. Gefên Tirkiyê ji destpêka aloziyê ve nerawestiyaye û li gel tinebûna hincetên Tirkiyê yan jî sedemên wê ku dikare pê gelê me li herêmên ewle û aram tehdîd bike, êdî li hember pêkahtin ewlehî û aştiyê li Sûriyê bûne astengiyek rastîn.

Me bi tevahiya rêbazan hewl da herêmê ji rewşa şer dûr bixin û me erka xwe yên di peymana ewlehiya sînor de bi hevkariya Emerîkayê anî cih. Gefên Tirkiyê û êrîşên ku dibe pêk werin xeter in û encamên wê yên neyînî û mezin li ser herêmê bi giştî heye û derî li pêşiya vegera rewşa Sûriyê mîna destpêka aloziyê ji tevlîheviyê vedike. Her wiha dibe ku bi rêya êrîşên dewleta Tirk DAÎŞ û tevahiya rêxistinên terorîst sûd ji tevlîheviyê di encama êrîşan de bigire û careke din xwe birêxistin bike. Ev jî ewlehiya herêmê û tevahiya cîhanê tehdîd dike, bi taybet li gel koçberiya bi milyonan kesî.

 Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li tevahiya gelê me yên li hundir û derve dikin ku tev bigerin da ku vê êrîşa bê sedem rawestînin. Her wiha bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên hundir dikin û ji wan dixwazin ku berê xwe bidin herêmên sînor û li rex hêzên berxwedêr ên li Serêkaniyê û Girê Spî bisekinin û helwesta xwe ya berxwedêr raghînin.

Di dawiyê de em destnîşan dikin ku diyalog ji bo çareserkirina tevahiya dozan a bi aliyên din re heta rast e di nav de bi Tirkiyê re. Di karê xwe de em li ser parastina yekîtiya Sûriyê bi civak û pirengiya wê tekez dikin. Lê em diyar dikin ku em ê gelê xwe ji her êrîşekê biparêzin.Divê di serî de hêzên mîna Rûsya, rejîma Sûriye û NY’yî şaştiyeke mezin kiriye ku hemû pêkhate û gelê herêmê tevlî Komîsyona Destûra Bingehîn a Sûriyeyê nekiriye. Her wiha ev jî hêz daye ku Tirkiye gef û êrîşî Rojava bike. Dîsa divê Yekîtiya Ewropa û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û bi taybet bi desteka Kurdan dawî li gefa DAÎŞ’ê ya li ser cîhanê anî, bibe xwedî helwesteke cidî. Êrîşên Tirkiyê ya li herêmê wêrankarî û wê bibin sedema kerastekê. Tevahiya cîhanê berpirsa wê ne."