Di civîna çapemeniyê de ya ku duh li dar ket, Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersivên pirsên rojnamevanan dan.
Rêveberiyê di civîna çapemeniyên de daxuyaniyek ji raya giştî re weşand, bang li şêniyên Sûriyê yên li hundir û derve kir ku li hember gefên dewleta Tirk ên êrîşkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Her wiha bang li civaka navdewletî kir helwestekê der barê gefên dewleta Tirk de nîşan bidin.
Piştî daxuyaniyê, Hevserokên Meclisa Rêveber, Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid civîneke çapemeniyê li dar xistin û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Ebid Hamid El-Mihbaş di bersivdanekê de got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyên xwe ve derbarê mekanîzmaya ewlehiyê de bi nêzîkatiyeke nerm bûn. Lê belê li ser zimanê serokkomarê Tirkiyê gefên bênavber û ne rewa li dijî herêmên me berdewam in."
El-Mihbaş wiha domand: "Me şerê terorê kir, ku ev teror li tevahî cîhanê gef dixwar. Divê hevalbendên me yên bi me re şer kirine, destkeftiyan biparêzin.''
Der heqê rewşa koçber û penaberên li kampên li herêmên Rêveberiya Xweser El-Mihbaş da zanîn ku ew qurbaniyên terorê ne. Di kampan de bi sedema terorê bi cih bûne. Rewşên dijwar dijîn. Nexasim jî bi nêzbûna zivistanê re. Ji dêvla dewletên cîhanê xebata alikariyê bikin, rê lê vedikin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin dagirkirin.''
El-Mihbaş hişyarî li ser dagirkirineke pêkan a dewleta Tirk da û got: "Heke êrîşa dewleta Tirk pêk hat, wê bi xwe re karasetê ji koçber û penaberan re bîne ku li kampan dimînin û her wiha ji bo şêniyên li herêmên sînor dimînin. Wê bi vê yekê jî barekî giran çêbibe ku ku ne em, ne jî dewleta Tirk û ne jî tu dewletên li cîhanê karibin ragirin.
Her wiha Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid helwesta Koalisyona Navneteweyî û vekişandina wê ji hin nuqteyên sînor weke helwesteke ne layiq binav kir.
Bêrîvan wiha domand: "Li ber qurbaniyên ku rêveberiyê û koalisyonê dane û hezaran şehîd me dikaribû ewlehiyê ji herêmê re çêbikin, ev helwesteke ne layiq e, ew ji bo van destkeftiyan û xwîna şehîdan û şêniyên herêmê ne di cih de ye."
Derbarê çarenûsa girtiyên DAIŞ`ê, ku egerr rêveberî dikare di êrîşa Tirkiyê de wan bigre, Ebdilhamid Mihbaş wiha got: "Ji bo çareseriya nakokiyê bi Tirkiyê û yên din re, rêya diyalogê ya herî guncaw e, eger êrîş li ser herêmên me pêk werin wê rewşa li kampan û şêniyên li bajaran kirîtîk be."
Mihbaş wiha domand: "Der barê girtiyên DAIŞ`yê di zindanan de, dibe ku hêzên ku wan diparêzin vekişin ser sînor da ku parastina herêmê bikin, ev yek wê bandorekê li ser rewşa ewlehiyê li zindanan de bike û dibe ku DAIŞ`î û biyaniyên 55 dewletan derkevin."
Mihbaş di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku cîhan der barê gefên Tirkiyê de yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestekê bigre û gefên Tirkiyê yên li dijî herêmê rawestîne.