Tirkiye li Sûriyeyê ji nav Fermana Peywira Hewayî hate derxistin.

Pentagonê eşkere kir ku Tirkiye li Sûriyeyê ji nav FermanaPeywira Hewayî hate derxistin.

Pentagonê eşkere kir ku Tirkiye li Sûriyeyê ji aliyê Navenda Operasyonên Hewayî yên Yekgirtî ji nav Fermana Peywira Hewayî hate derxistin û dayîna agahiyên keşf û çavdêriyê ya ji bo Tirkiyeyê jî hatiye sekinandin.

Berdevkê Wezareta Parastina DYE’yê Yarbay Carla Gleason li ser pirsa ku ‘Gelo ev tê wateya ku qada hewayî ji Tirkiyeyê re hatiye girtin’ jî got ku “Di warê teknîkê de neyê vê wateyê, heke aliyek j nav Fermana Peywira Hewayî were derxistin li wê herêê bêyî koordînasyonê nikare bifire.”