Buroya Karûbarên Civakî ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gel nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên herêmê civiya. 100 kesayetên mafê mirovan û nûnerên rêxistinên alîkariya mirovî yên herêmê cihê xwe di civînê de girtin.
Beşdaran, gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser û encamên vekişandina hêzên Emerîkayê ji hinek herêman nîqaş kirin û gotin, biryara vekişandinê wê bandoreke neyinî li gel herêmê bike û êrîşên Tirkiyê wê bibe sedema felaketekê û koçberkirina bi koman a şêniyan.
Nûnerên rêxistinan tekez kirin ku ew vekişîn û gefên heyî ji pêkanîna erkên wan ên mirovahî li herêmê paşve nakşîne û ew amade ne bi awayekî berdewam alîkariyên mirovahî ji şêniyên herêmê re pêşkêş bikin. Her wiha gotin ew ti guhetinê di plansaziyên xwe yên heyî de çênakin. Beşdaran li ser danîna plansaziyeke ji bo rewşên awaret wekî koçberkirina ji ber êrîşê pêkan e, li hev kirin .