Ji HRE'yê daxuyanî
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê hewldanên êrîşê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û çalakiyên hêzên wan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê hewldanên êrîşê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û çalakiyên hêzên wan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê hewldana êrîşê ya artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li herêma Mareyê hate têkbirin û li herêma Babê jî çalakiyeke bi bandor hate kirin.
Hate ragihandin ku di 2'ê Cotmehê de li derdora bajarê Mareyê di çalakiyeke sekvaniyê de çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin.
Li gorî daxuyaniyê di 4'ê Cotmehê de li derdora gundê Tiwês ê herêma Babê çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl dan êrîş bikin, ji ber vê yekê şer rû da û di encamê de komên çete gelek kuştî û birîndar dan lê hejmar nehate tespîtkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, " Di navbera 2-5’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan gundê Til Medîq ê herêma Şehbayê û gundê Merenaz ê navçeya Şera topbaran kirin. Di topbaranê de ziyaneke madî gihîşt zeviyên gundiyan."