Malbatên şehîdan li Şehbayê meşeke girseyî kirin
Ji ber ku rêveberiya xweser a bakûrê sûriyayê tevlî komîteya destûra bingehîn nabe malbeta şehîdan ev biriyar bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Ji ber ku rêveberiya xweser a bakûrê sûriyayê tevlî komîteya destûra bingehîn nabe malbeta şehîdan ev biriyar bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Bi hezaran kesên ji malbatên şehîdan û gelê Efrînê ji destpêka gundê Til Qereh ya Şehbayê û ber bi saziya malbeta şehîda ve meşiyan. Meş bi armanca şermezarkirina destûra bigehîn a ku pêkhateyên bakûr û rojhilata sûriyê di nav xwe nahewîne pêk hat.
Bi dirûşmeya; 'destûra me ya bingehîn peymana me ya civakî ye ku bi xwîna şehîdên me hatiye nivîsandin', 'em ê bêdengiya koalisyona navnetewî û netewayên yekbûyî ya li hember nebeşdarbûna me di destûrê de şermezar dikin', 'li wir nûnerên DAÎŞ û El Nûsra hene kanî nûnerên şervanên azadî û aşîtiyê'; girseya gel meşiya.
Xwepêşandêran wêneyên şehîdên di şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê û komên çete de şehîd bibûn hildan û bi avêtina dirûşmeya 'na ji komîteya destûr re' ber bi saziya malbeta şehîdan ve meşiyan.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê daxuyaniyek bi zimanên Kurdî û Erebî hate ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; "gelê bakûr û rojhilatê sûriyê li dijî terora cîhanê ya bi nûnertiya DAÎŞ’ê şer kir ku parastina aştiyê bike.
Di daxuyaniyê de berdêlên giran ên QSD'ê hate bibîrxistin û hate gotin, "Lê belê îro jî gefên dewleta Tirk der barê dagikirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bêdengiya hêzên navneteweyî didomin."
Di daxuyaniyê de hem bêdengiya hêzên navneteweyî hem jî tevlînekirina nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li komîteya destûra bingehîn hate şermezarkirin.