Gelê Tirbespiyê li dijî dewleta Tirk a dagirker meşiya

Li bajarê Tirbespiyê yê Kantona Qamişloyê bi hezaran kes li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan.

Piştî ku dewleta Tirk bi rengekî eşkere ragihand ku dest bi amadekariyên dagirkeriyê dike, li navçeya Tirbespiyê bi hezaran kes daketin qadan û li dijî dewleta Tirk meşiyan.

Meşê ji ber avahiya Kongreya Star a li navçeyê dest pê kir û alên QSD û TEV-DEM'ê hatin hildan. Di meşê de pankartên "Na ji Osmaniya nû re" û "Bijî yekitiya gelan" dest pê kir. Li rexê jî dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û banga berxwedanê hat berz kirin.

Girseya gel di sûka navendî ya navçeyê re di nava girtina tevahî dikanan de û beşdariya xwediyên wan derbas bû. Meşvan li pêş Akademiya Şehîd Yekta Herkol a navçeya rojava sekinîn. Dûre deqeyekê rêz hate girtin. Piştre hevserokê meclisa navçeya Tirbespiyê Abdulrehmî Hiso, bi navê PYD’ê rêveber Silêman Bedir û bi navê Kongreya Star Mewa Xelîfe axivîn.

Qisekeran bang li yekitiya ref û sekinandina li hember gefên Tirkiyê kir û tekez kir ku ev gef bi armanca temamkirina komployên li dijî gelê herêmê û têkbirina vîna azad in.

Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide senaryoya Efrînê vegerîne û anîna çeteyên wê ya li ser sînor, pêkanîna siyaseta dagirkirina herêmê ye. Li rexê jî gefên Tirkiyê hatin redkirin û banga QSD’ê ya yekitiya refan li hember dijminatiya Tirkiyê hate kirin.

Meş bi mîsogerkirina berxwedanê bi dawî bû.