HPC'î: Mîna doh em îro jî ji berxwedanê re amade ne

Hêzên Parastina Civakî (HPC) li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji berxwedanê re amade ne. Endamên HPC'ê diyar kirin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re, li Rojava bi pêşengiya gelê Kurd gelên herêmê giranî dan ser xweparastinê. Parastina civakî ku piştî komkujiya Qamişloyê ya sala 2004'an hîmên wê hatin danîn bû hêza destpêkê ya avakirin û parastina şoreşa Rojava.

Ev sîstema ku ji bo parastina hebûna gel, xak, nasname û çandê ava bû bi demê re bi navê Hêzên Parastina Civakî (HPC) veguherî sîstemekê. Ev sîstem li gundik, gund, tax, kolan û bajaran ava bû û gel bi xurtî tevlî bû. Ji bo parastina şoreşê û destketiyan vê sîstemê fedakariyeke mezin kir.

HPC ku 60 ji sedî ji jinan pêk tê li gund, tax û bajaran ji bo asayîşê û parastina ji êrîşan bi roleke girîng radibe. Endamên HPC'ê xwe bi rêya komunan bi rêxistin dikin û dema ku pêwîstî pê hebe li gel YPG/YPJ'ê yan jî QSD'ê dibin şervan, endamekî asayî. Dema ku pêwîstî pê hebe dibe otorîteyeke xwezayî ya ku bûyerên civakî bi rêya aştiyane çareser dike.

HÊZA PARASTINÊ YA GELÊN HERÊMÊ: HPC

HPC niha jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li refên herî pêş wezîfeyên welatparêziyê pêk tîne. Bi gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re gelên herêmî hîn bêhtir giraniyê didin ser HPC'ê.

MÎNAKA SERÊKANIYÊ

Li Rojava hema bêjin li her malekê herî kêm êlekek û çekek HPC'ê hene. Ji ferdên malbatê kî amade be radihêje vî êlekî û wezîfeyê pêk tîne. Li Rojava yek ji deverên ku herî zêde gel bi hêza xwe bi xurtî li ber xwe daye SerêkaniYê ye. Di sala 2013'an de dewleta Tirk bi serêkişya El Nûsra berê çeteyên xwe da herêmê. Li Serêkaniyê li dijî van çeteyan berxwedaneke mezin hate nîşandan. Di vê berxwedanê de bêguman para herî mezin a hêzên xweparastinê ye.

'BIÇÛK AN JÎ MEZIN EM HEMÛ LI SER PIYAN E'

Yek ji deverên ku dewleta Tirk niha kiriye hedefa êrîşên xwe Serêkaniyê ye. Endamên HPC'ê yên li Serêkaniyê amadekariyên xwe yên li dijî êrîşan didomînin.

Ji endamên HPC'ê yên li bajêr Emîne Mihemed Hesen diyar kir ku ew dagirkeriyê ti carî qebûl nakin û got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin. Biçûk an jî mezin, jin an jî mêr, Kurd an jî Ereb em ê hemû li dijî gefan li ber xwe bidin, em li ser piyan e û yek deng in."

'ME LI BER XWE DA, EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Xezal Mistefa jî got, "Mîna doh em îro jî li ser piyan e. Çawa ku me beriya niha li ber xwe dan em ji bo berxwedana ji niha û pê ve jî amade ne" û diyar kir, "Em xwedî canekî ne, em ê wî jî fedayî xaka xwe bikin. Em ê xaka xwe ti carî ji Erdogan re nehêlin."

Meryem Qasim jî got, "Em heta dawiyê bi şervanên xwe re ne. Kurd, Ereb, Suryan hemû gelên herêmê em xaka xwe diparêzin. Em ne li xaka kesî ne, em li xaka xwe dijîn û ji bo wê eger şer pêwîst be em ê şer bikin."

'YA SERKETIN YA JÎ MIRINEKE BI RÛMET'

Berfa Hemîd Ehmed destnîşan kir ku ji bo berxwedanê ew ti carî bi teredût nînin, ji bo parastina xaka xwe berdêl pêwîst be wê berdêlê bidin û got, "Em ji gefên Erdogan natirsin. Ew ji balafirên xwe piştrast e. Eger jê tê bila bêyî balafiran bê em şer bikin. Em jê natirsin. Em hemû ji vê xakê hatine û em ê vegerin vê xakê. Ya serketin ya jî mirineke bi rûmet."