Xaziyên şer ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan

Xaziyên şerê li dijî DAÎŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan.

Li bajarê Qamişloyê bi sedan xazî û birîndar li pêşiya Stada 12'ê Adarê li hev kom bûn.

Xaziyan gefên dagirkeriyê yên li xaka wan tê xwarin şermezar kirin ku bi bedena xwe xaka xwe ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.

Piştre ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Em parêzvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne" hate hildan.

Di meşê de tim û tim dirûşma "Me parçeyek ji bedena xwe dan" hate qîrîn.

Tê payin ku li pêşiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê ragihandin.