QSD’ê bîlançoya meha Nîsanê ya êrişên dewleta Tirk eşkere kir

QSD’ê bîlançoya meha Nîsanê ya êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Nîsanê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê eşkere kir.

Di daxuyaniyê ev tişt hate diyarkirin: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev demeke dirêj e sûcan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin, nexasim herêmên li eniyên şer, gund û bajaran rojane êrişên bejahî û hewayî pêk tînin û sivîl dibin qurbanî. Lê ji ber mijûlbûna cîhanê bi şerê li Ukraynayê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin û ev yek bi kar anî û dest bi planên dagirkirinê yên nû kir.

Di Nîsanê de hemwextî gefên çeteyên DAIŞ`ê ku yên destpêkirina şerê ‘El-Sair Lîlşêxên’ ango ‘Tolhildana Herdu Şêxan’, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û bi balafiran êrişên xwe zêde kirin. Li rex wê jî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê dest bi propagandayê kir ku gelek windahiyên di nava refên me yên leşkerî de çêbûne û gelek nûçeyên derew belav kirin. Li kêleka wê jî dewleta Tirk hemû pêkhateyên herêmê û gundên Asûriyan, koçberên Efrînê yên li Şehba, Eyn Îsa, gundên Girê Spî û Minbicê kirin hedef.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armancên wê yên qirêj radixin pêş çavan, nemaze ku jîngehan dike hedef da ku şêniyan neçar bike ku koçber bibin û malên xwe terk bikin. Di Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa, gundewarê Girê Spî, Minbic, Şehba û Kobanê bi hezaran ton teqemenî bi ser malên sivîlan de berdan û zirarên mezin gihîştin mal û milkên wan. Her wiha nehişt sivîl biçin nav mezreyên xwe, vê yekê bandor li saziyên Rêveberiya Xweser kir ku ji ber êrişên domdar xebatkarên saziyên elektrîk û avê, dibistan û mizgefan nekarîn xebatên xwe bigihînin serî.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pîroziya meha Remezanê jî paşguh kir û rojane herêm kir hedef û peydakirina pêdiviyên jiyanê zehmettir kir. Şerên di navbera komên çeteyan de li herêmên dagirkirî jî êşêan welatiyan zêde kir nemaze yên şêniyên resen ên wan herêman.

BÎLANÇOYA MEHA NÎSANÊ YA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK

596 êrişên bejahî yên bi top, tank û obusan

13 êrişên bi balafirên bê mirov yên bi çek

2 êrişên bi balafirên bê mirov yên xwekuj

3 êrişên bi moşekan

19 sûîqast

122 êrişên bi doçka, êrişeke bi çeka BKC

Miqdara taqemeniya ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên li dijî malên welatiyan û zeviyên wan de bi kar anîne: 23 ton

36 mal zirar dîtine

3 sazî (Elektrîk, dibistan û saziya avê) zirar dîtine

2 sivîl şehîd bûn

5 şervan şehîd bûn

23 welatî birîndar bûn

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li benda nûçeyên xweş in ku rêxistinên hiqûqî û civaka navneteweyî dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber sûcên li dijî wan kirine, hesab jê bixwazin. Her wiha li bendê ne ku hêzên garantor gavên pratîk bavêjin. Dewleta Tirk a dagirker divê komkujiyên dîtir pêk neyne û dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyeyê bi dawî bike.”