Mîtînga Qamişlo: Emê dagirker û xayinan bin bixînin

Di mîtînga li Qamişloyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk û hevkarên wê hebûna Kurdan kirine armanc û hat gotin; “Emê dagirker û xayînan bin bixînin. Her wiha berxwedana gerîla hat silavkirin û bang li gel hat kirin ku xwedî li vîna xwe derbikeve.

Ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê û hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi hezaran şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê tev li “Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê” bûn ku li Qamişlo bi dirûşma “Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin” hatibû orgenîzekirin.

Meş dema gihaşt qada li rex stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li taxa Siyasî rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif axivî û got: “Peyama we giha.”

‘DİXWAZİN KURDAN KOLE, BÊ NASNAME Û BÊ RÛMET BİHÊLİN’

Foza wiha domand Dijminên me îro gef li hebûna û nasmaneya me dixwin, li her derê agir vêdixin. Li Çiyayên Kurdistanê, Şengal û Rojava, dixwazin Kurdan kole, bê nasname û bê rûmet bihêlin. Ew dixwazin lihevkirina Syks-Picot û Lozanê vejînin û dixwazin Kurdan bê hêz bihêlin ku wan biparêze.”

Foza Yusif bal kişande ser êrişan û got: “Ew bi desteka PDK’ê van êrişan pêk tînin. Ji êrişên li dijî Şengalê armanc dikin, Rojava dorpêç bikin û vîna gelê Kurd têk bibin.”

‘DİVÊ HEMÛ HELWESTÊN XWE Lİ HEMBER VAN PLANÊN KİRÊT DİYAR BİKİN’

Her wiha Foza diyar kir ku gelê Kurdistanê bi ezmûneke dijwar re rû bi rû ye û wiha domand: “Ezmûna man û nemanê ye. Yan em li ber xwe bidin an emê bên qirkirin. Divê hemû helwestên xwe li hember van planên kirêt diyar bikin. Bûyerên li Şengalê rû didin, encama lihevkirineke kirêt di navbera dewleta Tirk, hikumeta Kazimî û rayedarên PDK’ê ye. Armanc jî, qirkirina gelê Şengalê ye.”

‘GELÊ KURD XWEDÎ RÊVEBERÎ YE Û RÊ NADİN KU XİYANET Bİ SER KEVE’

Foza daxuyand ku Kurdistanî li hundirê welêt û derve di seferberiyê de ne û dibêjin na ji qirkirinê re. Foza ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Peyama me bi navê we hemûyan e. Gel Kurd û gelê Mezopotamya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê nahêlin ev lihevkirin û komplo biser kevin. Em rê nadin ku xiyanetên berê yên di salên 90’î de pêk hatine, bi ser kevin. Em nahêlin ew li hember vîna gelê Kurd bi ser kevin. Gelê Kurd xwedî rêveberî ye û rê nadin ku xiyanet bi ser keve.”

Foza bang li gelê Kurd û partiyan kir ku helwestên xwe li hember êrişan nîşan bidin û bang li rayedarên PDK’ê kir û got: “Êdî bes e ku dijminên gelê Kurd bi me dilîzin. Êdî bes e ku em di destê wan de bibin lîstik. Îro roja yekitî û rûmetê ye. Êdî bes e şerê di navbera Kurdan de. ”

‘HEKE DENGÊ XWE BİLİND BİKİN, WÊ EV QİRKİRİN Bİ SER NEKEVE’

Her wiha Foza Yusif bang li pêşmergeyan kir ku di van êrişan de cih negirin û got: “Pêşmerge mîna gerîla ne, ji bo Kurdistanê canê xwe feda kir. Heke dengê xwe bilind bikin, wê ev qirkirin bi ser nekeve. Divê partiyên Başûrê Kurdistanê, dengê xwe bilind bikin mîna ku li dijî Sedam bilind kiriye. Heke Amed bikeve, wê Hewlêr û Qamişlo jî bikevin. Hemû berpirsyar in. Divê kesek bi çarenûsa gelê me nelîze.”

Di dawiyê de Foza soza berdewamkirina berxwedanê heta têkbirina êrişên qirkirinê da û got: “Em nahêlin ev lihevkirin bi ser kevin. Em ê li ser xeta Serok Ocalan, gerîla, şeref û rûmetê li ber xwe bidin. Divê hemû baş fêm bikin ku gelê Kurd serî natewîne û xiyanetan qebûl nake.”