Şehîdê HRE’ê Elî Beşîr hate oxirkirin

Şervanê HRE‘ê Elî Beşîr (Fedekar) bi beşdariya bi hezaran kesî ber bi rêwitiya dawî ve hat oxirkirin.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Elî Beşîr (Fedekar) ê ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya Avrîn a bajarê Fafînê wergirtin û ber bi Şehîdgeha Berxwedana Serdemê ve ketin rê. Di meresima oxirkirinê de wêneyên şehîd hatin hildan.

Li vir ji bo giyanê şehîdên şoreşê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê nasnameya Elî Beşîr ê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bibû aşkera kir.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Di axaftina xwe de Îbo bal kişand li ser êrîşên dagirkeriyê û wiha got: “ Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin, piştî ku par li Avaşîn bi binket, careke din di 17'ê Nîsanê de dest bi êrişeke din a dagirkeriyê kir. Armanca dewleta Tirk dagirkirina herêmên Kurdan e."

Îbo diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan û girêdana gel bi têkoşîn û berxwedanê ve dê hemû komplo û planên qirkirina gelê Kurd û gerîla têk biçin.

Li aliyê din endamê Meclîsa Kantona Efrînê Ehmed Selama hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û got, PDK'ê agahiyên derbarê cihên gerîla de dide artêşa Tirk a dagirker.

Di dawiya axaftina xwe de Selama diyar kir ku ew ê weke welatiyên Efrînê li ser şopa şehîdan û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullahg Ocalan bimeşin û rê nedin armancên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê pêk werin.

Di dawiyê de endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê Ruha Nûh Kûsa nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Cenazeya şehîd Fedekar bi tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyan dilsoziya bi şehîdan re hat definkirin.