Endamê Komîteya Çerkesan a Minbicê: Dewleta Tirk dixwaze gelan bi hevdu bide şerkirin’

Ji Komîteya Çerkesan a Minbicê Semîr Hebak diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze herêman ji hev qut bike û di navbera gelan de şer derxîne.

Endamê Komîteya Çerkesan a Minbicê Semîr Hebak anî ziman ku ew ê projeya Neteweya Demokratîk pêş bixin û biparêzin. Hebak bang li hemû gelan kir ku li rex Rêveberiya Xweser û QSD’ê cih bigirin.

Semîr Hebak têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANF'ê re axivî û got ku ew bi salan e armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê dizanin.

Hebak da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku herêman ji hev qut bike, di navbera gelan de tevlîhevî û nakokiyan derbixe û wiha got: “Ne tenê êrîşa leşkerî, bi rêbazên şerê psîkolojîk û sîxuriyê jî êrîşî herêmê dike. Dewleta Tirk hewl dide nîşan bide ku tenê li dijî Kurdan şer dike, lê em dizanin ku hedefa wan tenê Kurd nîne. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hedefa dewleta Tirk de ne. Armanca wê ya li Başûrê Kurdistanê jî heman tişt e. Bi taybetî dixwaze di navbera Kurd, Ereb û Tirkmenan de nakokiyan çêbike. Li dijî yekîtiya gelan şer dike.”

Hebak tekez kir ku ew ê hemû pêwîstî û destketiyên projeya Neteweya Demokratîk heta dawiyê bi pêş bixin û biparêzin û diyar kir ku dewleta Tirk bi xewna Osmaniyan dixwaze careke din gelan qir û asîmîle bike.

Endamê Komîteya Çerkesan a Minbicê Hebak bal kişande ser serpêhatiyên gelê Çerkez û wiha got: “Osmaniyan bi alîkariya Rûs û Îngilîzan li van axan wêraniyên pir mezin çêkirin. Wê demê gelê Çerkes rastî qirkirin û asîmîlasyoneke mezin hat. Em ji aliyê Osmaniyan ve rastî asîmîlasyoneke qirêj a mezin hatin û li cîhanê belav bûn. Em li Urdun, Lubnan, Sûriye, Iraq û gelek welatên din belav bûne. Ger dewleta Tirk bi ser bikeve em ê bi heman tiştan re rû bi rû bimînin. Lewma em ê rê li ber hemû planên wan bigirin. Banga min ji hemû gelan ev e; Werin em li rex Rêveberiya Xweser û QSD’ê cih bigirin